Fetwayen Kurdi
Ma divê her kesê ku diçe ‘Umrê qurbanê ser jê bike yan jî rojiyê bigire?

Ma divê her kesê ku diçe ‘Umrê qurbanê ser jê bike yan jî rojiyê bigire?

Pirs: Li gorî ayeta 196an ji sûreyê Beqere ma divê her kesê ku diçe ‘Umrê qurbanê ser jê bike yan jî rojiyê bigire?

Bersiv: Yên ku Heca Îfradê dikin an jî bi tenê diçin ‘Umrê ne hewce ye qurbanê ser jê bikin. Di ayeta 196an ji sûreyê Beqere hatiye diyarkirin yên ku diçin Hecê û heta wextê Hecê ‘Umrê dikin yanê kesên ku “Heca Temettu‘ê yan jî Heca Qiranê” dikin divê qurbanekê ser jê bikin. Lê yên ku (ji ber sedemên wek; peydanebûna qurbanan û tunebûna pereyan) nikaribin qurbanê ser jê bikin divê sê rojan li Hecê heft rojan jî di vegera Hecê de bi tevahî deh rojan rojî bigirin.

Ayeta 196an ji sûreyê Beqere wek mealen wiha ye:

“…Heke hûn di nav ewlehiyê de bin, kesê ku heta Hecê ji ‘Umrê sûdê werdigire qurbaneke ku jê re hêsan e ser jê dike. Yê ku nikaribe peyda bike jî sê rojan li Hecê û heft rojan jî di vegera xwe de, bi tevahî deh rojan rojî digire. Ev ji bo wan kesan e ku malbata wan ne li dorhêla Mizgefta Heramê ye. Ji Xwedê bitirsin û xwe wisa biparêzin. Bizanibin ku Xwedê di navbera xêra ku dê bide û karê ku tê kirin de têkiliyeke xurt datîne.

Loma yên ku ji xeynî çaxê Hecê ‘Umrê dikin ne hewce ye ku qurbanê ser jê bikin an jî rojiyê bigirin.