Fetwayen Kurdi
Ma mêşin/mî dibin qurban?

Ma mêşin/mî dibin qurban?

Pirs: Berê min digot qey bi tenê beran dikare wek qurban bê serjêkirin. Lê çendek berê min bihîst ku mêşin jî dikare bibe qurban. Ji kerema xwe tu dikarî vê meseleyê îzah bikî?

Bersiv: Mêşin jî dibin qurban. Tu mezhûra wê nîne. Pêxemberê me heta ji destê wî hatiye wek qurban beran ser jê kiriye. Alimên fiqhê yên ku vê yekê li ber çavan girtine jî gotine li gorî mêşinê serjêkirina beranan bi fazîletir e. Yanî tiştekî wisa nîne ku mêşin nabe qurban.