Fetwayen Kurdi
Ma bizina ku hêj sala xwe temam nekiribe dikare bibe qurban?

Ma bizina ku hêj sala xwe temam nekiribe dikare bibe qurban?

Pirs: Li gorî mêşinê, ma bizina 8-9 mehî ku qelew be, dikare wek qurban bê serjêkirin?

Bersiv: Hedîseke ku ji Resûluleh (s.x.l.) hatiye riwayetkirin wiha ye:

“Ji xeynî heywana ku sala xwe tijî nekiribe ser jê nekin. Lê heke peydakirina heywaneke wiha ji we re zehmet be, ew tiştekî din e. Di vê rewşê de kavireke şeş mehî ser jê bikin.” (Muslim, Edahî 13 (1963); Nesaî, Dahaya 13; Îbn Mace, Edahî 7; Ebû Dawûd, Edahî, 4-5)