Fetwayen Kurdi
Li gorî mezhebê Henefî divê kî qurbanê bide?

Li gorî mezhebê Henefî divê kî qurbanê bide?

Pirs: Li gorî mezhebê Henefî divê kî qurbanê bide?

Bersiv: Li gorî mezhebê Henefî li ser van kesan qurban wacib e: Yên reşîd, biaqil, azad, yên ku li cihekî sabit rûdinên (yên ku ne rêwî ne) û her jin û mêrên misilman ên dewlemend. Meqseda ji dewlemendan ew e ku ji xeynî hewcedariyên zarûrî; 85 gram zêr an jî muqabilê vê pere an û mal û milk wî/wê hebe.