Fetwayen Kurdi
Ji bo serjêkirina qurbanê divê çiqas mal û milkê mirov hebe?

Ji bo serjêkirina qurbanê divê çiqas mal û milkê mirov hebe?

Pirs: Ez ê qurbanê bidim; lê 90 gram zêrên min û hinek jî deynên min hene. Ku ez deynê xwe bidim li ber destê min nêzî 70 gram zêr dimîne. Ez bi mehaniya kêmtirîn dixebitim. Her wiha diya min qurbana xwe li mala me ser jê dike. Ku ez jî qurbanekê ser jê bikim, divê ez deyn bikim. Li gorî dîn, di vê rewşê de divê ez jî qurbanê bidim gelo?

Bersiv: Ji bo ku mirov ji bo dayîna qurbanê mesûl be, ji xeynî deyn û hewcedariyên mirov ên zarûrî, divê herî kêm 85 gram zêrê mirov yan jî muqabilê wê pere yan mal û milkê mirov hebe. Piştî ku tu deynê xwe bidî eger li ber destê te 70 gram zêr bimîne ne hewce ye tu qurbanê ser jê bikî. Divê mirov xwe nexe zehmetiyê.