Fetwayen Kurdi
Heywanên ku di (En‘am) ayeta 143 û 144an de derbas dibin 8 cot in, an 8 nêr û mê ne?

Heywanên ku di (En‘am) ayeta 143 û 144an de derbas dibin 8 cot in, an 8 nêr û mê ne?

Pirs: Hûn dikarin têgeha “8 cot ajal” ya ku di sûreyê En‘am ayeta 143 û 144an de derbas dibe rave bikin? Ango çima ne cotek hêştir an jî mêşin in, du cot in, hûn dikarin îzah bikin?

Bersiv: Bêjeya ku di wan ayetan de dibore, (ازواج) “ezwac”a ku pirjimara kelîmeya (زوج) “zewc”ê ye.  Ev jî wekî ku di gelek wergerên Qur’ana Pîroz de hatiye tercumekirin ne “cot”, bi wateya “nêr û mê” ye. Ango di wir de ji mih, bizin, dewar û hêştiran -nêr û mê- behsa heşt heywanên cuda tê kirin. Ev jî dike 4 x 2 = 8. Heke wekî ku di meal û wergeran de dibore be, dê bibe 8 x 2 = 16. Jixwe di ayetê de qala tiştekî wiha jî nayê kirin.

Wergera ayetên têkildar ji aliyê me ve wiha hatiye kirin:

Heşt nêr û mê: Ji mêşinan dudu, ji bizinan dudu… Bibêje: Ma (Xwedê) herdu nêr, herdu mê, yan jî ew ên ku di malzarokên herdu mêyan de ne qedexe kirine? Eger bi rastî hûn rast dibêjin, de bi zanîn ji min re bibêjin.

Ji hêştiran dudu, ji dewaran dudu… Bibêje: Ma (Xwedê) herdu nêr, herdu mê, yan jî ew ên ku di malzarokên herdu mêyan de ne qedexe kirine?  An gava Xwedê emrê we bi vê kir hûn şahid bûn? Êdî ma ji kesê ku bi sedema nezaniya mirovan da ku wan ji rê derxe li Xwedê bêbextiyan dike sitemkartir kî heye? Bêguman Xwedê civata sitemkar, serwext û rasterê nake.” (En‘am, 6/143-144)