Fetwayen Kurdi
Ma wateya têgeha “ulu’l-elbab” ya ku di gelek ayetên Qur’anê de dibore, çi ye?

Ma wateya têgeha “ulu’l-elbab” ya ku di gelek ayetên Qur’anê de dibore, çi ye?

Pirs: Gelo wateya têgeha “ulu’l-elbab” ya ku di gelek ayetên Qur’anê de dibore, çi ye? Heke hûn agahiyê bidin ez ê pir dilşad bibim.  

Bersiv: Em îfadeya “ulu’l-elbab” ya ku 16 caran di ayetên Qur’anê derbas dibe bi awayê “yên xwediyên aqlê eslîn” werdigerînin (Bnr: Raxib el-Isfehani, Mufredat, l-b-b, rp: 733).

Bi vê jî kesên ku xwezaya wan xera nebûye, dema ku rastî derdikeve holê têdigihên, dipejirînin, bi sedema qelsî û hêviyên xwe înkar û nankoriyê nakin tê qesidkirin.

Ev tebîr, ji bo kesên ku rewşa saxlem nîşan didin tê bikaranîn. Lewra mirovên bi vî rengî -di mijarekê de çi pispor bin çi jî ne pispor bin- pêşdarazî bi wan re tuneye û gava rastî derdikeve holê bêyî ku bi tu aliyî ve bikişînin rastiyê qebûl dikin û helwestên xwe li gorî wê serast dikin.

Bi sedema ku pêşdarazî û hingafî bi wan re tuneye her dem di halê geşedanê de ne.