Fetwayen Kurdi
Ma Xwedê Teala dixwaze ku mirovan ji rê derxe?

Ma Xwedê Teala dixwaze ku mirovan ji rê derxe?

Pirs: Min li ser înternetê li axaftineke birêz Abdulazîz Bayındır guhdêra. Di der barê nakokiyên di wergerên Qur’ana Pîroz de du mînak anîn. Diyar kir ku wergera ayeta 26an ji sûreyê Nîsa, li dijî wergera ayeta 4an ji sûreyê Îbrahîm e. Sedemê nakokiyê jî wiha rave kir: Di zimanê ‘Erebî de bêjeya “şey/şae” ne di wateya “îrade”yê de ye û ji loma şaş hatine wergerandin. Lê belê di vê rewşê de em ê ayeta 34an ji sûreyê Hûd, çawa şîrove bikin? Mîna ku dê dîtin “Eger ez bivêm li we şîret bikim jî şîreta min wê tu fêdeyê nede we eger ku Xwedê jirêketina we vîyabe…” di vê ayetê de jî bêjeya îradê derbas dibe. Ma ev ayet jî bi ayeta 26an ji sûreyê Nîsa re tu nakokiyê pêk nayine?

Bersiv: Ayeta 34an ji sûreyê Hûd, ji aliyê me ve wiha hatiye wergerandin:

وَلاَ يَنفَعُكُمْ نُصْحِي إِنْ أَرَدتُّ أَنْ أَنصَحَ لَكُمْ إِن كَانَ اللّهُ يُرِيدُ أَن يُغْوِيَكُمْ هُوَ رَبُّكُمْ وَإِلَيْهِ تُرْجَعُونَ

Ji bo başiya we çiqas hewl bidim jî ger Xwedê jirêketina we pesend kiribe, ev hewldana min tu fêdeyê nade we. Ew Perwerdegarê we ye. Hûn ê lê werin vegerandin.”

Lêkera “îrad”ê ya ku di vir de dibore, dikeve bin beşa îradeya tekwîniye/îradeya di der heqê afirandinê de ya ku behsa wê di ayeta dawî ji sûreyê Yasîn hatiye kirin. Di wê ayetê de Xwedê Teala wiha ferman dike:

إِنَّمَا أَمْرُهُ إِذَا أَرَادَ شَيْئًا أَنْ يَقُولَ لَهُ كُنْ فَيَكُونُ

Dema ew tiştekî bixwaze, tenê jê re dibêje “bibe”; vêca ew jî çêdibe.”

Li gorî vê, îrade du beş in; ya yekem “xwestin”, ya duyem jî “biryardarî” ye.

Ev ayeta li jêr, îradeya Xwedê ya bi wateya “xwestinê”, nîşan dide.

وَاللَّهُ يُرِيدُ أَنْ يَتُوبَ عَلَيْكُمْ وَيُرِيدُ الَّذِينَ يَتَّبِعُونَ الشَّهَوَاتِ أَنْ تَمِيلُوا مَيْلًا عَظِيمًا

Xwedê dixwaze tobeya we bipejirîne û ew ên ku didin pey hewesên xwe jî dixwazin hûn bikevin rêşaşiyeke mezin.” (Nîsa, 4/27)

Îradeya Xwedê, ya bi wateya xwestinê dibe ku neyê cî. Lê belê îradeya Wî ya bi wateya biryarê, teqez tê cî. Xwedê Teala wiha ferman dike:

إِنَّ رَبَّكَ فَعَّالٌ لِمَا يُرِيدُ

Bêguman Perwerdegarê te, tiştê ku îrade bike, dike.”( Hûd, 11/107)

Lêkera îradê ya di ayeta 34an ji sûreyê Hûd, biryara Xwedê nîşan dide. Ji lewra me di wergera wê de îfadeya “ger Xwedê jirêketina we pesend kiribe” bikar anî. Pesendkirina Xwedê Teala bo jirêderketina bende, dawiya qonaxeke dûr, destpêka rêyeke ku êdî vegera wê tuneye; gava ku êdî tobe fêdeyê nade. Xwedê Teala, derfet û îmkanên bêdawî dide bende. Ji bo bende rêya rast û rêyên din tên nîşandan. Lê belê bende, ger îsrar bike ku nekeve rêya rast û ev helwest êdî xwezaya wî xera bike, bende êdî rêya xwe hilbijartiye. Gava Xwedê Teala vê jirêderketinê bipejirîne –jixwe bende bi xwe ev hilbijartiye– êdî tu tiştekî ku bende bike, namîne. Rewşa wî kesî, mîna rewşa nexweşê ku digel temamê hişyariyan, bizanîn bi salan cixare kişandibe û ji bo mayina li jiyanê tu tiştekî ku bê kirin nemabe.

Ji bo agahiyên berfirehtir di der barê îrade û meşîetê de ji kerema xwe re nivîsa me ya di navnîşana jêr de ye bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/kuranda-irade-sey-ve-fitrat.html