Fetwayen Kurdi
Hûn di karin ji sûreyê Fatihe ayeta “em bi tenê ji Te arîkariyê dixwazin” rave bikin?

Hûn di karin ji sûreyê Fatihe ayeta “em bi tenê ji Te arîkariyê dixwazin” rave bikin?

Pirs: “Di sûreyê Fatiheyê de hevokek bi awayê “Em bi tenê ji Te arîkariyê dixwazin” dibore. We di bersiva pirsa dema mirov ji hev arîkariyê dixwazin ma ew jî nabe daxwaza arîkariyê ji bilî Xwedê Teala?” de bi kurtasî gotibû ku ev vegotin, di wateya “tiştên ji bilî Te kes nikare bike, em ne ji hinekî din bi tenê ji Te dixwazin.” de ye. Lê belê ayet dibêje ku “Em bi tenê ji Te re bendeyiyê dikin, bi tenê ji Te arîkariyê dixwazin.” Gava mirov vegotina “bi tenê ji Te arîkariyê dixwazin” bi tenê bigre, ma nabe wekî mirov îfadeya “nêzî nimêjê mebin” bi tenê bigre? Heke mirov ayetê wiha “em ji her kesî arîkariyê dixwazin, lê belê ji wan jî bi tenê ji Te re bendeyiyê dikin” watebar bike ma ne rastir e?

Bersiv: Ne rast e em hewl bidin ku ayetan bi xwe rave bikin. Lewra Xwedê Teala destûra vê yekê nedaye û wiha ferman kiriye:

Elîf, Lam, Ra. Ev kitêbeke wisa ye ku ayetên wê ji aliyê Xwedayê Hekîm ê Xebîr ve muhkem hatine dêrandin û piştre hatine tefsîlkirin. Da ku hûn ji bilî Xwedê ‘îbadetê ji tiştekî din re nekin. (Bibêje:) Bêguman ez ji aliyê Xwedê ve ji bo we mizgînber û hişyarker im.” (Hûd, 11/1-2)

Xwedê Teala, ayet bi ayetan rave kiriye. Erka me jî ku em ayetên bi heman mijarê re têkildar in û kirinên Hz. Pêxember bidin ser hev ji bo ku em xwe bigihînin raveyên Xwedê Teala.

Bergeha îstineyê (daxwaza arîkariyê) ya ku di ayeta sûreyê Fatiheyê de dibore de di ayetên din hatiye aşkerekirin û hatiye diyarkirin ku di rewşên pêwîst de mirov dikarin ji hev arîkariyê bixwazin. Lê belê wekî ku di ayetên din de -bi taybetî- hatiye diyarkirin ku daxwaziya arîkariyê ji bilî Xwedê ji tiştên em bi “neasayî” yan jî “derasayî” bi nav dikin û arîkariyên ku bi tenê Xwedê Teala dikare bike, şirk e. Ji lewra, hevoka “em bi tenê ji Te arîkariyê dixwazin” bi delaleta ayetên din di wateya “tiştên ku ji bilî Te kes nikare bike ne ji kesekî din; bi tenê ji Te dixwazin” de ye.

Ji ber vê yekê, watebarkirina ayetê wekî ku hûn dibêjin ne rast e.

Ji bo agahiyên berfireh di der barê rêbaza ravekirina Qur’anê de ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr bidin:

www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/kurani-aciklamada-usul.html