Fetwayen Kurdi
Ma Pêxemeberê me heta ku ayeta dawî daket, wî ji Qur’anê hikum nedaye?

Ma Pêxemeberê me heta ku ayeta dawî daket, wî ji Qur’anê hikum nedaye?

Pirs: Hûn dibêjin ku “Heta ku Xwedê Teala ayetên Qur’anê temam neke, pêxember hikum û biryarekê ji wan dernaxe.” Di vî halî de ma rewşeke xerîb dernakeve holê. Ew jî, Pêxember (s.a.w) di 23 salan de bêyî ku tu hikum û biryarekê bide, pêxemberî kiriye?

Bersiv: Di ayeta 114an de ji sûreyê Taha Xwedê Teala radigihîne Qasidê xwe ku heta pêvajoya hinartina wehyê temam nebe, di hikum û biryardayîna bi Qur’anê de lez meke. Lê belê mebest ji pêvajoya hinartina wehyê ne temamê Qur’anê ye, belbî heta hinartina ayetên bi wê mijarê re têkildar in temam bibe. Lewra Qur’an, kitêbeke ku ji komên wateyan pêk tê. Piştî di mijarekê de komek ji wateyan temam bû, êdî hikum û biryar tê dayîn. Tiştê ku ji Qasidê Xwedê dihate xwestin ev bû. Ayetên 16-19an ji sûreyê Qiyamet û ayeta 106an ji sûreyê Îsrayê jî, divê bi vî çavî bên nirxandin.

Hin ayet, mijarekê bi awayekî kifş û zelal vedibêjin. Ev hukmê zelal, di heman wextê de tê tetbîqkirin. Lê belê, dibe ku di wê ayetê de hin hukmên ku bi giştî nayên fêhmê hebin. Ew hikum jî encax bi temambûna ayetên têkildar ên din re zelal û ronî dibin. Tiştê ku li Pêxemberê me (s.a.w) hatiye fermankirin, ku li benda wê pêkhatinê be. Ne ku jê hatiye xwestin heta hinartina ayeta dawîn ji Qur’anê temam bibe -23 salan- tu hukmekî nede.

Dr. Fatih Orum