Fetwayen Kurdi
Hukmê bikaranîna firçeyên ku ji mûyê beraz hatine çêkirin çi ye?

Hukmê bikaranîna firçeyên ku ji mûyê beraz hatine çêkirin çi ye?

Pirs: Mamosteyê birêz, tê gotin ku firçeyên em di traşê de bikar tînin ji mûyê beraz hatine çêkirin û bi sedema ku mûyê beraz jî necis e ne caiz e ku mirov wan bikar bîne, di encamê de ji ber ku rû nepak/necis dibe mirov nikare nimêj jî bike. Gelo hûn di der barê vê mijarê de çi difikirin?

Bersiv: Di Qur’ana Pîroz de “xwarina” van tiştan hatiye heramkirin; berate, xwîn, goştê beraz û heywana ku ji bilî Xwedê ji bo hinên din hatiye gorîkirin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Bibêje: Ji bilî heywana mirar, xwîna diherike, goştê berêz –jixwe ew rics e– yan jî ya ku bi fasiqî ne ji bo Xwedê hatibe şerjêkirin; di ya ku ferman li min re hatiye kirin de ji bo yê dixwe rastî tiştekî heramkirî nehatim. Êdî çi kesê ku neçar bimîne bêyî ku zêdegaviyê bike jê bixwe, vêca bi rastî Perwerdegarê te gunehveşêr e, dilovîn e.” (En‘am, 6/145)

Wekî ku di ayeta jor de derbas bû, goştê berêz bi awayê pîs (rics) hatiye wesifandin û hatiye diyarkirin ku ji ber vê yekê hatiye heramkirin. Heke mirov vî hukmî şamilî çerm û mûyê berêz jî bike, ew tê wateya ku mirov hin hukm li ser vê ayetê zêde kirine. Ji ber vê yekê, firçeyên ku ji mûyê beraz hatine çêkirin, mirov dikare bikar bîne.

Di der barê vê mijarê de nivîseke me ya din di malpera me www.suleymaniyevakfi.org ê heye. Ji bo xwendina wê, ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr bidin:

www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/domuz-derisi.html