Fetwayen Kurdi
Ma rastiya “şeqama şefqetê” ya ku mirov dibêjin çi ye?

Ma rastiya “şeqama şefqetê” ya ku mirov dibêjin çi ye?

Pirs: Gelo tiştekî bi navê “şeqama şefqetê” heye? Ma Xwedê Teala bendeyên xwe yên ku ji wan hez dike, bi rêya rûbirûkirina astengî û nerihetiyan hişyar dike?

Bersiv: Sezayê gunehan heman nayê dayin. Lewa bende, heke gunehan bike lê belê piştre poşman bibe û tobe bike, Xwedê Teala wan gunehan dibexşîne. Lê belê gava tobe neke û di kirina guneh de îsrar bike Xwedê Teala qismekî ji cezayê gunehên ku kiriye li dunyayê, ên mayî jî li axretê dide. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ji ber tiştên ku mirovan bi destên xwe kirin, xerabî li bej û deryayê xuya bûye, Ev, da ku hinekî ji ya ku kirin bi wan bide tamkirin, dibe ku ew (ji kirinên xwe) vegerin.”( Rûm, 30/41)

Ayetên li jêr jî mijarê zelal dikin:

Çi qenciya ku bigihê te ew ji Xwedê ye. Çi xerabiya ku were serê te ew ji te bi xwe ye…” (Nîsa, 4/79)

Bêguman Me ji bo umetên beriya te jî qasid şandin. Me ew bi hejarî û tengasiyan hingaftin da ku bi zarezar û lakelak li ber Me bigerin.

Dema tengasiyên ku Me bi ser wan de şandin, ma çi dibû ku zarezar bikirina. Lê belê dilên wan hişk bû û şeytên jî ya ku wan dikir ji wan re dixemiland.

Êdî gava peywirên ku hatibûn bibîrxistin ji bîr kirin, Me jî ji bo wan dergehên hemû tiştî vekirin. Dema bi nîmetên ku ji wan re hatiye dayin gewî dibin, Em wan ji nişka ve digrin. Vêca pêre bêhêvî dibin.” (En‘am, 6/42-44)

Wekî ku ji van ayetan diyar dibe Xwedê Teala, da ku bende hişê xwe bidin serê xwe car caran wan rûbirûyê hin tengasiyan dike. Rewşa ku di nav gel de bi awayê “şeqama şefqetê” tê zanîn, pêkan e ku li gorî van ayetan were têgihiştin.