Fetwayen Kurdi
Hukmê temaşekirina televîzyonê çi ye?

Hukmê temaşekirina televîzyonê çi ye?

Pirs: Di roja me ya îroyîn de cihekî xwe yî girîng ji bo televîzyonê heye. Gelek kes ji me nikarin xwe ji temaşekirina wê dûr bigrin, ez jî yekî ji wan im. Hukmê temaşekirina televîzyonê çi ye? Di hin film û belgefilman de dîmenên erotik jî hene. Ma temaşekirina wan dîmenan guneh e? Ma kesê li wan binêre dibe wekî kesê ku zina kiribe?

Bersiv: Mirov nikare bibêje ku “temaşekirina televîzyonê mehzûr e yan na.” Heke di bernameya televîzyonê de tiştên ku li dijî dîn, exlaq û edeba malbatê ne, hebin, temaşekirin wan bernameyan ne caiz e. Digel vê yekê, di dema temaşekirina televîzyonê de divê tu carî îbadet li mirov neçin. Divê televîzyon, nebe asteng ji bo kirina nimêjê û çûna mizgeftê. Dema riayeta van rê û rêbazan were kirin, mirov dikare li televîzyonê temaşe bike.

Xwedê Teala wiha feman dike:

Çi tiştên di erd û asîmanan de hene her ên Xwedê ne. Ev, da ku (Xwedê) yên nebaşî kirine wan celat bike û yên ku başî jî kirine bi ya herî rind xelat bike. Ew ên ku xwe ji gunehên mezin û (cureyên) fehşîtiyan dûr digirin; gunehên din ne tê de. Bi rastî lêborîna Xwedayê te berfireh e.”( Necm, 53/31-32)

Temaşekirina jinên ku li gorî edebê xwe negirtine û dîmenên erotik, heram e. Xwedê Teala wiha ferman dike:

“(Resûlê min!) Ji zilamên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin. Lewra ev, ji bo wan çêtir e. Bêguman Xwedê ji ya ku ew dikin agahdar e.

Ji jinên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin…”( Nûr, 24/30-31)

Wekî din Pêxemberê me jî (s.a.w) wiha kerem kiriye:  “Zinaya çavan, nihêrtin e” (Buxarî, Îsti’zan, 12). Dema ev ayet û hedîs bi hev re werin nirxandn; diyar dibe ku “nihêrtin” unsurekî ku mirov bi bal zinayê ve dikşîne. Ji lewre, kesê Misilman divê di van mijaran de bihizir û baldar be. Di dema temaşekirina televîzyonê de gava pêrgî tiştekî bêexlaqî hat, divê ya kanalê biguherîne yan jî televîzyonê bigre.

Hûn dikarin ji navnîşana jêr bersiveke me ya bi awayê vîdeoyê jî temaşe bikin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/televizyon-izlerken-nelere-dikkat-etmek-gerekir.html