Fetwayen Kurdi
Ma kesê li dêma mirov ya rastê bixe divê mirov ya çepê jî bide ber?

Ma kesê li dêma mirov ya rastê bixe divê mirov ya çepê jî bide ber?

Pirs: Ma dustûra kesê li dêma te ya rastê xist, dêma xwe ya çepê bide ber, di Îslamê de heye?

Bersiv: Naxêr, di dînê me de cî ji zêhniyeteke wiha re tuneye. Di Îslamê de prensîbên huqûqa cazayê heye. Li gorî vê, kesê neheqiyek lê hatibe kirin, di navbera van herdu alternatîfan de serbest e; dikare biqasî neheqiya lê hatiye kirin bike an jî bibexşîne. Lê belê bexşandin çêtir e. Ango kesê çeqamek lê hatibe xistin, mafê wî heye ku du çeqaman li kesê lê daye, bixe. Çeqamek, di ber ya xwariye de, ya din jî ceza ye. Heke bixwaze dikare wî kesî bibexşîne jî, lê belê aliyê xwe yê din jê re nazîvirîne.

Ji bo agahiyên berfirehtir hûn dikarin ji berhema “Kur’an Işığında Doğru Bildiğimiz Yanlışlar” serî li beşa “Ceza Hukuku Prensipleri” bidin. Berhem di malpera me www.suleymaniyevakfi.com de ye.