Fetwayen Kurdi
Ma ez dikarim pereyê xwe yê heram bidim kesên hewcedar?

Ma ez dikarim pereyê xwe yê heram bidim kesên hewcedar?

Pirs: Hin pere di destê min de heye, ez di babetê heramî û helaliya wî de, ne emîn im. Dilê min nerihet e ku ez wî pereyî bixwim, ez dixwazim bidim yekî hewcedar. Rewşa xezûrê min ya maddî ne baş, hin deynên wî hene. Ma ez dikarim wî pereyi bidim xezûrê xwe?

Bersiv: Bidestxistina pereyan bi rêyên heram, mirov dixe bin barê gunehekî mezin. Lê belê ev, bi tenê ji bo kesê ku pere bi dest xistiye re heye. Ya heram, ne pere; rêya bidestxistina wî ye. Di vê de ji kesên ku divê ew li wan binêre, hevalên wî, xizmên wî, karkerên li nik wî dixebitin tu berpirsyarî tuneye. Îkram û diyariyên van kesan tên qebûlkirin.

Xwediyê pereyê heram bi tu awayî nikare jê îstifade bike. Ji lewre hûn dikarin mîqdarê pereyê ku bi îhtimaleke mezin heram e hesab bikin û bidin xezûrê xwe yê hewcedar. Dema we pere dayê jî –da ku li xwe nekeve û bi vê yekê neêşê– divê hûn mebêjin ku ev pere bi rêya heram hatiye bidestxistin.

Di navnîşana jêr de agahiyên berfiref di der barê heram û cûreyên wê de hene. Em tewsiye dikin ku hûn bixwînin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1010