Fetwayen Kurdi
Ma Nasiruddîn el-Elbanî alimekî hedîsê yê pêbawer e?

Ma Nasiruddîn el-Elbanî alimekî hedîsê yê pêbawer e?

Pirs: Dibêjin ku Elbaniyê rewişt Selefî/Wehhabî, alimê hedîsê ye. Ma ev kes, muheddis e? Gelo vegotin û daxuyaniyên wî yên di der barê sihheta/rastiya hedîsan de tên îtibarkirin? Wekî din, jê re “şêx” tê gotin. Ma cenabê wî şêxê terîqetê ye?

Bersiv: Nasiruddîn el-Elbanî yek ji muheddisên serdema dawî ye. Wekî hemî kesî, Elbanî jî aliyên wî yên ku bên rexnekirin û yên ku bên teqdîrkirin hene. Mirov dikare ji xebatên wî yên li ser hedîsê îstifade bike.

Peyva “şêx” di nav ‘Ereban de –ji bo nîşandan rêzê– ji bo seyda û kesên temenmezin re tê gotin. Ango Elbanî ne şêxê terîqetê ye.