Fetwayen Kurdi
Ma mirov ji xebariyên di hiş de der bas dibin berpirsyar tê girtin?

Ma mirov ji xebariyên di hiş de der bas dibin berpirsyar tê girtin?

Pirs: Ma mirov ji xebariyên di hiş de der bas dibin berpirsyar tê girtin? Gelo xelasiya ji wesweseyên bi vî celebî pêkan e?

Bersiv: Xwedê Teala wiha ferman dike:

Çi tiştên li erd û asîmanan hene, her ên Xwedê ne. Eger hûn a di dilê xwe de aşkere bikin yan jî hûn wê veşêrin, Xweda dê we jê berpirs bigre. Vêca ê lêborîn heq kiribe lê dibore, ê ezab jî heq kiribe ezab lê dike. Xwedê ji bo her tiştî pîvanek daniye.” (Beqere, 2/284)

Pêxemberê me (s.a.w) wiha kerem kiriye:

Baldarbin! Di laş de parçeyekî goşt heye. Dema ew baş be temamê laş baş dibe, dema ew xerab be, temamê laş xerab dibe. Ha ew dil e.” (Muslim, Musaqat, 107)

Ya di dil de cî girtiye û ya di dilê mirov de derbas dibe, ne heman tişt in. Ya di dil de ji tiştên ku reng didin jiyanê pêk tên mîna; bawerî, înkar, hezkirin, nefret, kîn, niyeta rind û hwd. Ya di dil de derbas dibe bi gelemperî wesweseyên şeytên in. Hin caran tiştên wisa di hiş de derbas dibin mirov dibêje “ma ez bûm kafir?” Ev, destnîşan dide ku hûn li ser rêya rast in. Lewra şeytan dema ji Xwedê Teala soza jiyana heta roja qiyametê girtibû, wiha gotibû:

… Ez sond dixwim ku ji bo wan ez ê li ser rêya Te ya rast rûnim.

Piştre ez ê ji pêş wan û ji pişt wan ve, ji rastê wan û ji çepê wan ve teqez dê bême wan û Tu yê pirên wan jî şêkirdar nebînî!”( E‘raf, 7/16-17)

Bi sedema ku destûr ji re hatiye dayîn, mirov nikare bibe asteng li pêşiya wesweseyên şeytên. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Me beriya te her çiqas resûl û nebiyek şandibe, dema wî tiştek daxwaz kiribe, şeytên wesweseyek avêtiye nav daxwaza wî. Vêca Xwedê ya ku pelîd avêtiye dilê wan pûç kiriye, piştre ayetên xwe bi saxlemî bicih kiriye. Xwedê zana ye, karbinecih e.” (Hecc, 22/52)

Ji ber ku mirov nikare ji wesweseyên şeytên rizgar bibe, mirov ji wan berpirsyar nayê girtin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Xwedê, her kesî bes li gorî hêza wî, wî binbar dike.” (Beqere, 2/286)

(JÊDER:  Abdulaziz Bayındır,  Kur’an Işığında Doğru Bildiğimiz Yanlışlar,  Süleymaniye Vakfı Yayınları,  Çapa 2’yem,  Stenbol 2007,  rp:  106-108)

Hûn dikarin bersiva me ya bi awayê vîdeoyî ji lînka jêr temaşe bikin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/bir-an-bile-olsa-icimizden-gecen-seylerden-dolayi-hesap-verecek-miyiz.html