Fetwayen Kurdi
Ma hûn dikarin nêrîna xwe ya di heqê îstişhadê de di ber çavan re derbas bikin?

Ma hûn dikarin nêrîna xwe ya di heqê îstişhadê de di ber çavan re derbas bikin?

Pirs: Seyda, ez li we guh didêrim û li we temaşe dikim. Bi taybetî jî di der barê mijarên fiqhî de min gelekî ji we îstifade kiriye. Lê belê dixwazim diyar bikim ku ez nêrînên we yên di der heqê îstişhadê de rast nabînim. Ez dihizirim ku hûn di vê meseleyê de şaş in. Bi taybetî jî dema mijar berxwedana Filîstinê be… Gelek seyda, li ser duristiya vê yekê fetwa didin. Ji kerema xwe re hûn dikarin fetwaya xwe careke din di ber çavan re derbas bikin?

Bersiv: Ji bo eleqedariya we, em spas dikin. Lê belê di mijarên ilmî de cî ji dilşewatî û ji gotinên mîna “ez wiha nafikirim”, “min bersiva we neeciband” re tuneye. Ya ku me îlzam dike/girê dide ayetên Xwedê Teala bi tenê ne. Dema mirov ayetan li aliyekî bihêle û fetwayan bide, ev tê wateya ku xwe xistiye şûna Xwedê. Ev jî gunehê şirk a ku Xwedê Teala tu carî nabexşîne.

Heke hûn bikaribin di çarçoveya ayetan de li hemberî fetwaya me bersivekê binivîsin, em ê bi kêfxweşî jê îstifade bikin. Heke hûn nikaribin bikin, nivîsa me ya ku di navnîşana jêr de ye ji yekî ku hûn bawer dikin dikare bike re bişînin û hewl bidin ku; ji dilsojiyê dûr, di bin ronahiya ayetan de û bi tevahî bi şeklekî zanistî bersivekê amade bikin. Jixwe ilim wiha derdikeve holê, rastî-şaşî wiha zelal dibin. Di dawiyê de temamê ummetê dê ji encama bixêr ya ku derkeve îstifade bikin. Eger mirov wiha neke û ji hin gotinên hestî hereket bike, wê gavê me nedaye pey dîn, dîn daye pey me.

Ji bo xwendina hevpeyvîna navborî ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr bidin:

www.suleymaniyevakfi.org/bulten/prof-dr-abdulaziz-bayindirla-istishad-eylemleri-uzerine.html