Fetwayen Kurdi

Hukmê wê çi ye ku mirov li kargeheke ku ji bo muşteriyên xwe fatûreyan nabire, bixebite?

Pirs: Ez li şirketeke taybet dixebitim; lê em ji bo muşteriyên xwe fatûreyan nabirin. Wek xebatkarekî wê derê, ma ji ber vî tiştî tu mesûliyeta min heye? Ma ji bo min jî guneh tên nivîsîn?

Bersiv: Ji kar û barên li şîrketê, ne tu; patronê te berpirsiyar e. Tu dikarî ji bo vê meseleyê, wî hişyar bikî; lê heke ew li gorî vê hişyariyê hereket  bike yan na, êdî ew bi xwe dizane û mesûliyeta wî ye. Wezîfeya te ew e ku dema te tiştekî xelet dît, tu hişyariyên xwe bikî. Ligel vê çi ji destê te were divê tu bi awayê herî baş tevbigerî.