Fetwayen Kurdi

Ma tu mehzûr heye ku mirov ji bankan belgeya temînatê werbigire?

Pirs: Dema mirov ji dewletê yan jî ji fîrmayan, mal û berhemekê dikire yan jî dikeve îhaleyan, wek mecbûrî belgeya/nameya temînatê tê xwestin. Ji bo vê jî banka ji bo her mehê pereyekî dixwaze. Gelo caiz e ku mirov belgeya temînatê werbigire?

Bersiv:

Tu mehzûr nîne ku mirov ji bankê belgeya temînatê werbigire.

“Dema bankek, ji bo deynê kes an jî saziyekê heta wextekî diyar wî deynî bigire ser xwe û wek nîşaneya vî tiştî, belgeyekê bide, ji vê yekê re belgeya/nameya temînatê tê gotin.” Her çiqas ev dişibe kefaletê jî ji kefaletê cuda ye. Çimkî dema mirov dibe kefîl, êdî wek ku ew deyn, deynê mirov e û xwediyê wî pereyî dikare pereyê xwe, ji bilî deyndar ji mirov jî bixwaze. Di kefaletê de, deynekî bi zirara yê ku mirov jê re bûye kefîl, hêj pêk  nehatibe, mirov nikare ji kefîl bixwaze; lê di belgeya temînatê de dikare bê xwestin. Meselen em bibêjin, kesek bi buhayê 1 milyon lîreyî mal û berhemekê ji kesekî deyn dike; lê wî kesî tevî ku belgeya temînatê daye hêj tiştek ji wî mal û berhemê negirtiye. Lê dîsa jî xwediyê wî mal û berhemê yanê firoşkar, dikare pereyê xwe ji saziya têkildar bigire. Ev yek li gorî fiqhê nayê qebûlkirin.

Ji bo ku kefalet wek xêr û bexşandinekê hatiye qebûlkirin, wek caiz nehatiye qebûlkirin ku ji bo vî tiştî ucretek bê wergirtin. [1] Kefalet bi gotineke ku kefîl dibêje, temam dibe. Ji bo vê ne şert e ku belgeyek bê amadekirin. Lê di nav belgeya temînatê de îfadeyên taybet cih digirin. Ji bilî hin saziyên fînansê yên diyar, tu kes nikare van belgeyan amade bike.

Ji bo amadekirina belgeyê, dikare ucretek bê wergirtin. Meselen alimekî fiqhê ji bo fetwaya ku dide, nikare heqekî bixwaze, lê ji bo ku wê li ser qaxizekê binivîse, dikare dawa ucretekê bike.[2] Çimkî tiştekî ku bi tena serê xwe kirina wê ne caiz be, dibe ku bi tiştekî din re dikare bê kirin. Alimekî fiqhê ku fetwaya xwe li ser qaxizekê binivîse û ji bo vê ucretekê bigire, ew ne ucreteke ji bo katibiyê ye. Katib belegeyeke hazir dinivîse. Lê alimê fiqhê belgeyeke nû dinivîse. Mirov dikare amadekirina belgeya kefaletê jî di vê çarçoveyê de binirxîne. (ÇAVKANÎ: Abdulaziz Bayındır, Ticaret ve Faiz, Weşanên Weqfa Suleymaniyeyê,  Stenbol, 2007, r: 274-275)


[1] Ebdullah b. Mehmûd b. Mewdûd el-Mewsilî, el-Ixtiyar li ta’lîli’l-Muxtar, Misir, 1370/1951, c. 2, r. 167.

[2] Elauddîn el-Heskefî,  Durru’l-Muxtar (bi Îbn Abidin re), Misir, 1386/1966, c. 6, r. 92.

[3] Mecelle, madde 54.