Fetwayen Kurdi
Hukmê xeyda ji cîranan çi ye?

Hukmê xeyda ji cîranan çi ye?

Pirs: Em bi cîranekî xwe re bi can û dil bûn. Rojekê ne ji ber tiştekî dilê min û xwişka min kişand. Wê rojê min jê re tu tiştek negot û her wekî tu tiştek nebûbe tev geriyam. Vê carê tebatî nehat min, min jî dilê wî şikand, lê belê em ji hev nexeyidîn. Ango em niha bi hev re xeber didin. Piştî ku min dilê wî şikand ez gelek poşman bûn, jixwe min ê jê re bigota ku ez poşman im lê derfet çênebû, lê êdî ez jê hez nakim û naçim mala wî jî. Ma ev dibe guneh?

Bersiv: Heke li gorî fikr û baweriya te, te bi neheqî dilê wî hiştibe divê ku bi wesîleyekê tu vê jê re bibêjî û li hev helal bikin. Ne lazim e ku tu piştre herî mala wî. Dema hûn pêrgî hev hatin li hev silavê bikin û biqasî ku ji dest we were divê hûn qenciyê li hev bikin.

Di derbarê têkiliyên cîrantiyê de Xwedê Teala wiha ferman dike:

“Ji Xwedê re bendeyiyê bikin û qet tiştekî jê re nekin hevpar. Li dê û bav û xizmên xwe, li sêwî û belengazan, li cîranên nêzîk û yên dûr, li hevalên ba xwe, li rêwî û yên di bin destê we de ne, qenciyê bikin. Xwedê ji yê xwedbîn û qure hez nake.” (Nîsa, 4/36)