Fetwayen Kurdi
Hûn dikarin di derbarê îstixarê de min agahdar bikin?

Hûn dikarin di derbarê îstixarê de min agahdar bikin?

Pirs: Îstixare çawa tê kirin? Gelo nimêj û duaya îstixarê heye? Û xewna piştî îstixarê tê dîtin ‘emel pê tê kirin an na?

Bersiv: Îstixare di mena, xwestina başî û xêrê ji Xwedê Teala di karê ku mirov serî lê dide. Ango îstixare di encamê de dua û xwestinek e. Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de hînî me kiriye-dê mirov çawa dua bike-. Pêxember (s.a.v) jî di jiyana xwe de di vî warî de ji me re bûye nimûne û mînak. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Bi sebir û nimêjê alîkariyê ji Xwedê bixwazin. Bêguman Xwedê, teqez digel sebirkêşan e.”[1]

Ji Cabir (x.j.q) wiha tê ragihandin:

“Qasidê Xwedê (s.a.v) wekî ayeteke ji Qur’anê be, di hemû karên xwe de îstixare hînî me dikir û wiha digot: “Dema yekî ji we niyeta kirina tiştekî kir, bila ji xeyrî nimêja ferz du rek’et sunet bike û wiha dua wike:

Ya Rebbî! Ez ji Te ji zanebûn û hêza Te xêrê hêvî dikim. Ji lutfa Te ya mezin daxwaz dikim. Bêguman qaweta Te digihêje her tiştî, qaweta min tune ye. Tu dizanî lê belê ez nizanim. Tu hemû karê veşartî û nepenî dizanî. Xwedayê min! Eger ev kar ji bo dînê min, jiyana min, dawiya karê min, ji roja min an jî ji pêşeroja min re bixêr be, Tu ji min re teqdîr û muyeser bikî û piştre ji min re pîroz bikî. Eger ku ev kar ji bo dînê min, jiyana min, dawiya karê min, ji roja min an jî ji pêşeroja min re nebaş be ne bixêr be, min ji wî karî û wî karî jî ji min dûr bixe. Li ku dibe bila bibe her dem a bi xêr ji min re teqdîr bike û min bi wê xêrê qayil bike.[2]

“Ji fuqefayê malikiyan Îbnu’l-Hac el-‘Ebderî dibêje: Îstixare ji vê pêk tê. Û wiha berdewam dike, bi armanca nîşangirtinê û elamet dîtinekê, ew bi xwe yan jî kesekî din ji bo wî têkeve xewê, ji navê kesan an jî rojan oxirê hêvî bike, helwestên bi vî şeklî û serî lêdana li van, bîd‘et e.”[3]

Tu têkiliya xewnê û îstixarê bi hev re tune ye. Mîna ku meriv rengê spî yan jî rengê kesk bibîne bi xêrê, rengê reş û sor bibîne bi nebaşiyê şîrove bike, tu bingeh jê re tune ye. Lewra îstixare wekî ku me li jor jî got: Xwestin û daxwaziya tiştê baş û bi xêr ji Xweda Teala ye û tu eleqeya wê bi xewnan tune ye.

Îstixare bûyereke ferdî ye û îbaret e ji: Piştî ku mirov hemû hewldan, lêgerîn û şêwrên xwe temam bike, dua ji Xwedayê bike ku ya baş û bixêr di emrê wî de teqdîr bike. Piştre mirov rizgar û serbest e. Ku bivê wê bike û nevê wê neke. Ango îstixare, tu girêdana wê ya pêwîst û teqez tune ye.

Dua Îstixareyê

اللَّهُمَّ إِنِّي أَسْتَخِيرُكَ بِعِلْمِكَ وَأَسْتَقْدِرُكَ بِقُدْرَتِكَ، وَأَسْأَلُكَ مِنْ فَضْلِكَ الْعَظِيمِ، فَإِنَّكَ تَقْدِرُ وَلاَ أَقْدِرُ وَتَعْلَمُ وَلاَ أَعْلَمُ وَأَنْتَ عَلاَّمُ الْغُيُوبِ، اللَّهُمَّ إِنْ كُنْتَ تَعْلَمُ أَنَّ هَذَا الأمْرَ خَيْرٌ لِي فِي دِينِي وَمَعَاشِي وَعَاقِبَةِ أَمْرِي أَوْ عَاجِلِ أَمْرِي وَآجِلِهِ فَاقْدُرْهُ لِي وَيَسِّرْهُ لِي ثُمَّ بَارِكْ لِي فِيهِ، وَإِنْ كُنْتَ تَعْلَمُ أَنَّ هَذَا الأمْرَ شَرٌّ لِي فِي دِينِي وَمَعَاشِي وَعَاقِبَةِ أَمْرِي أَوْ فِي عَاجِلِ أَمْرِي وَآجِلِهِ فَاصْرِفْهُ عَنِّي وَاصْرِفْنِي عَنْهُ، وَاقْدُرْ لِي الْخَيْرَ حَيْثُ كَانَ ثُمَّ رَضِّنِي بِهِ

Xwendına wê: “Allahumme înnî estexîruke bi ‘ilmîke we estaqdîruke bi qudretîke we eselûke min fadlîke’l-‘ezîm. Fe înneke taqdirû we la aqdirû we ta‘lemû we la a‘lemû we ente ‘ellamu’l-xuyûb. Allahumme in kunte ta‘lemû enne haze’l-emre xayrûn lî fî dînî we me‘aşî we ‘aqibeti emrî ew ‘acilî emrî we ‘acilihî faqdurhî lî we yessirhû lî summe barik lî fîhî. We in kunte ta‘lemû enne haze’l-emre şerrun lî fî dînî we ma‘aşî we ‘aqibeti emrî ew ‘acili emrî we ‘acilihî fasrifhû ‘annî wasrifnî ‘anhû waqdur lî el-xayra haysû kane. Summe reddinî bihî.”

Mena wê: “Ya Rebbî! Ez ji Te ji zanebûn û hêza Te xêrê hêvî dikim. Ji lutfa Te ya mezin daxwaz dikim. Bêguman qaweta Te digihêje her tiştî, qaweta min tune ye. Tu dizanî lê belê ez nizanim. Tu hemû karên veşartî û nepenî dizanî. Xwedayê min! Eger ev kar ji bo dînê min, jiyana min, dawiya karê min, ji roja min an jî ji pêşeroja min re bixêr be, Tu ji min re teqdîr û muyeser bikî û piştre ji min re pîroz bikî. Eger ku ev kar ji bo dînê min, jiyana min, dawiya karê min, ji roja min an jî ji pêşeroja min re nebaş be, ne bixêr be, min ji wî karî û wî karî jî ji min dûr bixe. Li ku dibe bila bibe her dem a bi xêr ji min re teqdîr bike û min bi wê xêrê qayil bike”

Bersiveke me ya bi awayê vîdeoyê di lînka jêr de ye, hûn dikarin lê temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/dinimizde-istihareye-yatmak-diye-bir-sey-var-midir.html



[1] Beqere, 2/153.

[2] Buxarî, Tehecud, 25, De‘awat, 49, Tewhîd, 10; Îbn Mace, İqame, 188; Ehmed kurê Henbel, Musned, 3/344

[3] Salim Öğüt, “İstihâre”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), Stenbol 2001, XXIII, 334.