Fetwayen Kurdi
Ji bo dersên Qur’anê yên li dibistanê ma divê ku mirov bi desmêj be?

Ji bo dersên Qur’anê yên li dibistanê ma divê ku mirov bi desmêj be?

Pirs: Pergala perwerdehiya 4+4+4 ya ku ji aliyê Meclisê ve hate qebûlkirin de dersa Qur’anê -wekî dersa bijarte di hîndekariya navîn de- bû sedema gengeşiyê. Pirsên “ma xwendekar dê berî dersê desmêj bigrin, xwendekarên keç dê serê xwe bigrin” di serî de bûn. Di vê mijarê de fikr û ramanên we çi ne?

Bersiv:

1- Ji bo xwendin, guhdarkirin û destdana Qur’ana Pîroz, ne lazim e ku mirov bi desmêj be yan jî desmêj bigre. Lewra li gorî ayeta 6em ji sûreyê Maîde û li gorî hedîsên Pêxember (s.a.w) ên sehîh, girtina desmêjê ne ji bo xwendin an jî destdana Qur’ana Pîroz e. Belbî ji bo nimêjkirinê şert e. Hukmê ku di berhemên “‘Ilmihalan” de derbas dibe ku: “Destdana Qur’ana Pîroz, bê desmêj ne durist e.” ‘emel pê nayê kirin. Lewra hedîsên di der barê wê de zeîf in.

Ev hukmê em dibêjin ne ji ber zerûretê, sirf ji bo zarokên ku Qur’anê hîn dibin re hatiye dayîn. Belbî çi misilman çi jî xeyrimislim ji bo her kesî re ev hukum heye û her kes dikare bê desmêj Qur’anê bixwîne û dest bidê.

2- Keç û jin di rojên xwe yên heyzan de Qur’anê çi ji ‘Erebî çi jî ji meala wê dikarin bixwînin, dest bidinê û dua bikin. Tiştê ku di rojên heyza de nikarin bikin bi tenê nimêj e.

3- Keçikên misilman dema balix dibin divê ku serê xwe li ba zilamên biyanî yên nemehrem binuximînin. Emrê Xwedê Teala bi vî tiştî teqez e. Lê belê ne lazim e ku di dema xwendina Qur’anê de serê xwe binixumînin. Ji bo xwendina Qur’anê, Xwedê Teala wiha ferman dike:

Çi dema te dest bi xwendina Qur’anê kir, vêca xwe bi Xwedê ji şeytanê recîm biparêze.” (Nehl, 16/98) Ango bibêje: “Eûzûbillahî mîneşşeytanîrrecîm.” Wekî ku ji ayetê tê fêhmkirin di dema xwendina Qur’anê de ji vê pê ve tu tiştekî din ji mirov nehatiye xwestin.

Li gorî riwayeteke ku ji ‘Ebdullahê kurê ‘Ebbas (x.j.q) hatiye ragihandin, carekê Pêxember (s.a.w) ji avrêjê derket, xwarin jê re hatibû amadekirin. Ên li wê derê gotin ku “Ji bo girtina desmêjê em ji te re avê bînin?” Pêxember (s.a.w) wiha bersiva wan da: “Bi tenê dema ku ez ê rabim nimêjê, emrê min hatiye kirin bi girtina desmêjê.” (Tirmizî, Et‘îme, 40; Ebû Dawûd, Et‘îme, 11)

Pêxember (s.a.w) bi gotina “Bi tenê dema ku ez ê rabim nimêjê, emrê min hatiye kirin bi girtina desmêjê” îşaretî bi bal ayeta 6em ji sûreyê Maîde “Gelî bawermendan! Dema we xwest hûn nimêj bikin, rûyê xwe û destên xwe heta enîşkan bişon…” ve kiriye. Û îfade kiriye ku fermana bi girtina desmêjê, ji bo nimêjê ye. Ne ji bo tu tiştekî din e.