Fetwayen Kurdi
Ma mebest ji zahirî û batiniya Xwedê çi ye?

Ma mebest ji zahirî û batiniya Xwedê çi ye?

Pirs: Ma mebest ji ayeta 3an ji sûreyê Hedîd a ku dibêje Xwedê “zahir e” û “batin e” çi ye?

Bersiv: Ayeta têkildar wiha ye:

هُوَ الْأَوَّلُ وَالْآخِرُ وَالظَّاهِرُ وَالْبَاطِنُ وَهُوَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ

Ew yê pêşîn e, yê paşîn e, yê zahir e, yê batin e. Ew zanayê bi her tiştî ye.” (Hedîd, 57/3)

“Zuhûr” a ku radera bêjeya “ez-zahir” e di ferhengê de bi wateya “rasterast”, “aşîkar”, “were dîtin”, “agahdar”ê tê, “butûn”a ku radera bêjeya “el-batin” e jî di ferhengê de bi wateya “veşarî”, “naskirin” “wuqûfiyeta bi raz û veşariyên tiştan” tê (Bnr: Îbn Manzûr, Lisanu’l-‘Erab,  (madda ظهر) c: 4, rp: 520; ( madda بطن) c: 13, rp: 52 ).

Ji bo hin bêjeyên ku – ew û zahir-batin ji keman kokê hatine çêkirin- di Qur’anê de diborin bnr: En‘am, 6/151; A’râf, 7/33; Tewbe, 9/33; Kehf, 18/20, 22, 97; Rûm, 30/7, 41; Loqman, 31/20; Sebe’, 34/18; H3dîd, 57/13; Cin, 72/26.

Ji Ebû Hureyre duayekî ku ji Pêxember (s.a.w) xwendina wê berî razanê hatiye şîretkirin, tê neqilkirin. Îfadeyên Pêxember (s.a.w) yên ku di vî duayî de tên neqilkirin, ji bo têgihiştina wateya bêjeyên zahir û batin gelekî girîng in. Îfadeyên eleqedar wiha ne:

Xwedêyo! Tu ewwel î, berî Te tu tiştek tuneye; Tu axir î, piştî te jî tu tiştek tuneye. Tu zahir î, tu tişt di ser re Te tuneye; Tu batin î, nêzî Te tu tiştek tuneye.” (Muslim, Zikir, 17 (61/2713); Ebû Dawûd, Edeb, 107)

Şîroveyên Îmam Newewî yê ku Sehîha Muslim şer kiriye jî balkêş in. Ew dibêje ku mebest ji Zahiriya Xwedê qehhar, xwedan hêz, xalib, xwediyê şîyana tam be; mebest ji Batiniya Xwedê jî ku bi tiştên veşarî û bi temamê tiştê mexlûqan dizane (Bnr:  Îmam Newewî, Sehihi Muslim bi-Şerhi’n-Newewî, çapa 2., Daru Îhyai’t-Turasi’l-‘Erabî, Beyrût1392, c: 17, rp. 36).

Ji bo nerînên cuda û agahiyên berfirehtir di der barê mijarê de ji kerema xwe re bnr: Topaloğlu, Bekir, “Bâtın”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Diyanetê, c: 5, rp. 187.