Fetwayen Kurdi
Ma mebest ji ayeta “Bawermend  berê xwe ji tiştên beredayî vedigerînin” çi ye?

Ma mebest ji ayeta “Bawermend berê xwe ji tiştên beredayî vedigerînin” çi ye?

Pirs: Di ayeta 3an ji sûreyê Mumînûn de  bawermend bi awayê “Ew ên ku berê xwe ji tiştên beredayî vedigerînin” hatine wesifandin. Mebest ji tiştên beredayî çi ye? Ma tiştên ku em di jiyana xwe ya rojane de dikin ji temaşekirina televîzyonê, lîstin, ger û hwd. dibe naverok ji bo vê? Lewra mirov nikare di heyatê de her gav cidî bijî, her dem tehlîl û analîzan bike. Ma divê em vê ayetê çawa fêhm bikin?

Bersiv: Bêjeya “lexw”ê ya ku di ayeta 3an ji sûreyê Muminûn de derbas dibe bi çend awayên cuda ‘her karê heram û mekrûh, (hin) helalên ku mirov ne mecbûr e bike’, ‘bi tenê karên heram’ û  ‘gunehên ku di gava axaftinê de tên kirin’ hatiye terîfkirin.

Ev bêje di hin ayetên Qur’anê yên din de jî dibore. Li ser meseleyê di ayeta 225an ji sûreyê Beqere û ayeta 89an ji sûreyê Maîde di wateya ‘sondên bêhemdî’ de ye. Di ayetên Meryem 62, Waqîe 25 û Nebe’ 35an de di der barê ku dê li bihuştê gotinên nexweş û vala nebihîsin dîsa ev bêje hatiye bikaranîn. Di ayeta 26an ji sûreyê Fussilet jî wiha derbas dibe:

Ew ên kafir, wiha dibêjin: Li vê Qur’anê guhdarî mekin, gotinên vala (lexwê) bibêjin, dibe ku hûn bi ser bikevin.”

Bêjeya “lexw”ê di vir de di wateya gotin û kirinên ku mirovan ji heq/rastiyê şaş dike de ye. “Lexw”a ku di ayeta 3an ji sûreyê Muminûn de derbas dibe jî mirov wiha fêhm bike ‘tiştên vala û bêqîmet ku ji bo xelasiya însanan dibin asteng’ rastir xuya dike. Ango ger, lîstin û hwd. ji helwestên mubah ne di bin hukmê vê ayetê de ne.