Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare Qur’anê li menzela nivînan daliqîne?

Ma mirov dikare Qur’anê li menzela nivînan daliqîne?

Pirs: Ma mirov dikare Qur’anê li menzela nivînan daliqîne?

Bersiv: Di hin berheman de derbas bibe ku divê li odeya nivînan, Qur’an an jî lewheyên ku ayetên Qur’anê li ser nivîsandîne neyê daliqandin. Lê belê li ser vê yekê tu delîl tuneye. Hinceta vê yekê jî wiha rave dikin: Ji bo rêzgirtina Qur’anê em vê yekê xweş nabînin. Lê belê, ne di Qur’anê ne jî di hedîsan de qala rêzgirtineke wiha  tê kirin!

Rêzgirtina Qur’anê û naveroka wê; bi baweri, xwendin, xwedî derketin û bi jiyana li gorî wê pêk tê. Ji ber vê yekê di daliqandina Qur’anê yan jî lewheyên ku ayetên Qur’anê li ser nivîsandîne de -li menzela nivînan bi xwe jî- qet ne mehzûr e.