Fetwayen Kurdi
Di navbera ayeta 30an ji sûreyê E‘raf û ayeta 17an ji sûreyê Tewbe têkiliyek çawa heye?

Di navbera ayeta 30an ji sûreyê E‘raf û ayeta 17an ji sûreyê Tewbe têkiliyek çawa heye?

Pirs: Di ayeta 17an de ji sûreyê Tewbe hatiye fermankirin ku “muşrik  bi xwe şahdehiya bi kufrê li ser xwe didin” di ayeta 30an ji sûreyê E‘raf jî wiha tê fermankirin “ji wan we ye ku ew li ser rêya rast rasterêbûyî ne.” Ma divê em van herdu ayetan çawa fêhm bikin?

Bersiv: Wergera ayetên têkildar wiha ne:

Xwedê rasterêbûna beşekî ji wan dipejirîne. Beşek jî rêşaşî li serê misoger bûye. Bê guman ew şeytanan li cihekî nêzî Xwedê digrin û ji wan we ye ku ew li ser rêya rast rasterêbûyî ne.” (E‘raf, 7/30)

Ji muşrikan re nabe ku peywirdariya mizgeftên Xwedê bikin digel ku ew bi xwe jî şahdehiya bi kufrê li ser xwe didin. Kar û kiryarên wan pûç bûne û her ew ê di êgir de sax bimînin.” (Tewbe, 9/17)

Ên ku karên şaş dikin bi rêyekê xwe dixapînin. Wekî mînak kesê krediya bi faîz dikşîne dizane ku faîz ji aliyê Xwedê ve hatiye heramkirin; lê belê dihizire ku heke faîzê negre nikare bi awayekî din kar û xebatê bike û bi vî awayî xwe mafdar dibîne.

Muşrik jî wiha ne. Dizanin ku şirk ji gunehên mezin e; lê belê difikirin bêyî ku navgîn û navberekî bixin navbera xwe û Xwedê dê nikaribin kar û xebatên xwe birêve bibin û ji ber vê yekê xwe li ser rêya rast qebûl dikin.