Fetwayen Kurdi
Ma hîkmeta ku digel Qur’anê ji Resûlullah re hatiye hinartin çi ye?

Ma hîkmeta ku digel Qur’anê ji Resûlullah re hatiye hinartin çi ye?

Pirs: Di ayeta 231an ji sûreyê Beqere û ayeta 113an ji sûreyê Nîsa de derbas dibe ku bi kitêbê re hîkmet jî hatiye hinartin. Ma hîkmeta ku ji Resûlullah hatiye şandin çi ye?  Hûn dikarin di vê babetê  de agahiyê bidin?

Bersiv: Kitêb, ji pêxemberan re tê dayîn. Bi sedema ku kitêba ji wan re hatiye dayîn, hîkmetê jî di xwe de dihewîne, kitêb û hîkmet ji wan re hatine şandin. Wateya şandin û dayîna kitêb û hîkmetê ev e. Ev, wekî mînaka dayîna mafê jiyanê û temamê tiştên li ser rûyê erdê  ji bo kesê ku tê dinyayê. Heke mirov cehd û xebatê meke, dê bi tenê li gundê xwe bijî û temenê xwe li wir derbas bike. Lê belê heke cehd û xebatê bike, temamê tiştên li dunyayê li ber destên wî tên raxistin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

وَاذْكُرُواْ نِعْمَتَ اللّهِ عَلَيْكُمْ وَمَا أَنزَلَ عَلَيْكُمْ مِّنَ الْكِتَابِ وَالْحِكْمَةِ يَعِظُكُم بِهِ

“Nîmeta Xwedê ya li ser we û kitêb û hîkmeta ku nazil kiriye -da ku pê şîretan li we dike- bi bîr bînin…” (Beqere, 2/231)

Wekî ku tê dîtin di ayetê de ne “bihima”, îfadeya “bihi” hatiye bikaranîn. Ango piştî ku behsa kitêb û hîkmetê tê kirin ji bo îşaretkirina bi bal wan ve ne “ew herdu”, “ew” hatiye gotin.

Bi hereketkirina ji vê xalê, tê fêhmê ku Kitêb û hîkmet ne du tiştên ji hev cuda ne. Kitêba ku di ayetê de dibore; Qur’ana Hekîm e. Hîkmet jî; hukmên ku di Qur’anê de ne. Sunneta Resûlullah jî, biryarên rast yên ku ji Qur’anê derxistine û tetbîqata wan e. Ev, bi wehyeke cuda jê re nehatine hinartin.

Hinartin (Înzal)a Hîkmetê:

وَأَنزَلَ اللّهُ عَلَيْكَ الْكِتَابَ وَالْحِكْمَةَ وَعَلَّمَكَ مَا لَمْ تَكُنْ تَعْلَمُ وَكَانَ فَضْلُ اللّهِ عَلَيْكَ عَظِيمًا

Xwedê  Kitêb û hikmet ji te re şandiye û tişku te nizanîbû fêrî te kiriye. Bêguman qenciya Xwedê li ser te pir mezin e.” (Nîsa, 4/113)

Bi hinartina Qur’anê û hîkmeta ku di hundirê wê de mirov, tiştên ku berê nizanibûn fêr dibin. Ev, wan digihîne û pêşve dibe. Yên ku li ser ayetên kewnî dixebitin û hîkmetên ku Xwedê xistiye xwezayê dibînin jî pêşve diçin.

Xwendin (Tîlawet)a Hîkmetê:

Bi sedema ku hîkmet ango biryarên rast di Qur’ana ku hatiye hinartin de hene, gava ayet tên xwendin hîkmet jî tê xwendin. Ev ayeta li jêr ji aliyî ve gelekî girîng e:

وَاذْكُرْنَ مَا يُتْلٰى في بُيُوتِكُنَّ مِنْ اٰيَاتِ اللّٰهِ وَالْحِكْمَةِ اِنَّ اللّٰهَ كَانَ لَطيفًا خَبيرًا

Ayetên Xwedê û hîkmeta ku di malên we de têne xwendin bixin serê xwe. Bê guman Xwedê her tiştî bi temamî dizane û jê agahdar e.” (Ehzab, 33/34)

Di ayeteke manend de qala xwendin (tîlawet)a kitêb û hîkmetê tê kirin

ذٰلِكَ نَتْلُوهُ عَلَيْكَ مِنَ الْاٰيَاتِ وَالذِّكْرِ الْحَكيمِ

Em vana, ji ayetên xwe; ji wî Zikrê ku bi hîkmetan tije ye ji te re dixwînin.” (Alî Îmran, 3&58)

Hinartin (Wehy)a Hikmetê:

Xwedê Teala, hin hîkmet di Kitêbê de diyar kirine. Ew jî hîkmetên ku ji xwe mirov dê bi riayetkirina têkiliyên di navbera ayetan de xwe bigihînin wan in. Behsa vana bi awayê hinartin (wehy)a hîkmetê tê kirin.

Di ayeta 22an û ayetên piştî ji sûreyê Îsra Xwedê Teala di van mijaran de: ku mirov hevpişkan ji Xwedê re çêneke, ji dê-bavê xwe re baş be, dayîna mafê xism û kesên xwedî îhtiyac, îsrafê meke, gotina xweş bibêje, çikûsiyê neke, destbelaviyê meke, ji tirsa ji jaritiyê zarokan mekuje, nêzî zinayê nebe, bi neheqî kesekî nekuje, malê sêwiyan nexwe, ji soz û peymana xwe venegere, di pîvanê de hîle û xurdeyan neke, nede pey tiştê ku zanîna wî pê tuneye û xwe mezin nedêre ferman, qedexe û şîretan dike. Di ayeta 39an de jî tê diyarkirin ku ev ji hîkmetên hatine hinartin:

ذَلِكَ مِمَّا أَوْحَى إِلَيْكَ رَبُّكَ مِنَ الْحِكْمَةِ وَلاَ تَجْعَلْ مَعَ اللّهِ إِلَهًا آخَرَ فَتُلْقَى فِي جَهَنَّمَ مَلُومًا مَّدْحُورًا

Ev, hîkmetên (biryarên rast yên) ku Rebbê te ji tere wehî kirine. Digel Xwedê îlahekî din negire, an na tu dê şermezar û qewitî di dojehê de bê werkirin.”

JÊDER: Fatih Orum, Hikmet (Kur’an’ın Öğrettiği Kavramlar), Süleymaniye Vakfı Yayınları, İstanbul, 2017.

Hûn dikarin ji navnîşana jêr xwe bigihînin berhemê:

www.suleymaniyevakfi.com/kuranin-ogrettigi-kavramlar-hikmet-fatih-orum