Fetwayen Kurdi
Ji bo fêhmkirina Qur’anê gelo ferhengên ‘Erebî çiqas ewle ne?

Ji bo fêhmkirina Qur’anê gelo ferhengên ‘Erebî çiqas ewle ne?

Pirs: Dema em ayetên Qur’anê ji însanan re rave dikin, em dibêjin ku Xwedê Teala Qur’an rave kiriye û divê em jî li ser wateya bêjeyan lêkolînê bikin. Em di pirên rave û şîroveyên wateya bêjeyan de jî maneyên sereke yên ferhengan çavkanî nîşan didin. Lê belê hevalekî, piştî ku me wateya bêjeyên“muteşabih” û “şae” ji wan re rave kir, pirtûka Raxib el-Isfehanî wekî çavkanî nîşan da û îfadeyên ku piştgiriya wateya kevnar ya klasik ji bo van herdu bêjeyan dikin nîşan da. Da ku em doz û angaştên xwe îsbat bikin, em serî li zimanê ‘Erebî û ferhengan didin, di pir mijaran de (Mîna Seydayê Abdulaziz Bayındır jî di gotar û nivîsên xwe de wan ferhengan çavkanî nîşan dide) di ferhengên wiha de bêjeyên ku wateya wan hatine guhertin û xerakirin, em ê çawa îzah bikin? Ango wateya ku em didin ayetan em ê li ser çi esasî ava bikin? Eger em bibêjin ku ferheng jî xera bûne, wê gavê dibêjin madem wisa ye, çima hûn di bêjeyên din de ferhengê wekî çavkanî nîşan didin?

Bersiv: Wateya ku Qur’ana Pîroz kitêbeke ronker û diyar e, bi wateya ku rave û şîrovekirin ji aliyê Xwedê ve hatine kirin. Tiştê li me dikeve jî ku em cehd û xebat bikin da ku em van rave û şîroveyan tesbît bikin. Encax divê em vê di sînorê usûl û qaydeyekê de bikin. Di derbarê vê usûlê de em dibînin ku di Qur’anê de agahî û raveyên berfireh hene.

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/kurani-aciklamada-usul.html

Berhevkirina ayetên muhkem û muteşabih li gorî rêz û distûra mesanîyê bi awayê ku komeke ji wateyan pêk bîne, prensîba sereke ya vê usûlê pêk tîne. Lê belê Qur’ana Pîroz bi xwe ferman dike ku dema em di navbera ayetan de pêwendiyan çêbikin, divê em bala xwe bidin hin pîvanên cuda. Ha yek ji wan pîvanan, zimanê ‘Erebî ye.

Rêya ku em mijarekê çareser bikin, ango rêya ku em di derbarê wê mijarê de komeke ji wateyan pêk bînin, di navbera gotin û wateyê de pêwendiyekê saz bikin, çêdibe. Dema em bi lefzê bêjeyê re eleqedar dibin, wateyên ku Qur’an li wê bêjeyê bar dike pir girîng in. Di vê astê de ferheng jî tên bikaranîn. Lê belê, ferheng bi tenê nabin delîl. Lewra ferheng, dibin ku hewl dabin îstilahên ku însanan pêk anîne û nêrîneke xuya di rewacê de bigrin. Ji vî aliyî ve jêgirtiyên ferhengê divê di bin kontrolê de be û dema mirov wateyê bide bêjeyan, wateya giştî ya Qur’anê bide ber çavê xwe. Mîna hin ferhengan bêjeya “qeda” ya di hedîsê ما بال الحائض تقضي الصوم ولا تقضي الصَلاة ؟ فَقَالَتْ: أحَرُورِيَّةٌ أنْتِ؟ قلت لست بحرورية ولكني أسأل. قالت كان يصيـبنا ذلك فَنُؤْمَرُ بقَضَاءِ الصَّوْمِ وَلا نُؤمَرُ  بِقَضَاءِ الصَّلاةِ derbas dibe, bi awayê ku mirov ‘îbadetekê piştî derbasbûna dema wê bike, watedar kirine. Hal ew e ku wateya rast, mirov ‘îbadetekê di dema wê de û bi awayekî tam bike.

Dr. Fatih Orum