Fetwayen Kurdi
Gelo Qur’an di kîjan mijaran de agahiyên ronker dide me?

Gelo Qur’an di kîjan mijaran de agahiyên ronker dide me?

Pirs: Ma Qur’an di kîjan mijaran de agahiyên ronker dide me?

Bersiv: Qur’an, di her mijarên ku bi dunya û axreta mirov re têkildar in de agahiyan dide. Qur’an vê yekê, bi rêgeza wekî “bîranîn”, “hişyarkirin”, “ronîkirin”, “mizgîndayîn”ê û hwd. dike.

Bi israr li ser meseleya şirkê radiweste. Armanc ji vê jî da ku mirov li vê dunyayê azad û li axretê jî bextewar be.

Gelek caran bi bîr tîne ku dunya warê îmtihanê ye. Bi vî awayî dixwaze ku bende jiyanê watedar bike.

Da ku têkiliya Xwedê-bende li ser hîmekî saxlem were avakirin di Qur’anê de li ser îbadetan tê sekindandin.

Da ku li ser rûyê erdê xerabî çênebe dixwaze ku destdirêjiya mafan neyê kirin û ji civakên berê ders û îbret werin girtin.

Da ku mirov xwe û derdora keşif bike û şaristaniyê ava bike, dîqat bi bal fitret/siruştê tê kişandin.

Heke em gelekî bi kurtasî bidin ser hev Qur’an, temamê têkiliyên mirov yên bi Xwedê re û têkilyên wî yên bi derdora wî re saz dike.

Dr. Fatih Orum