Fetwayen Kurdi
Ma li gorî Qur’anê zimanê heyînên bêcan jî heye?

Ma li gorî Qur’anê zimanê heyînên bêcan jî heye?

Pirs: Min li konferanseke we temaşe kir. We di wir de got ku di Qur’anê qala zimanê heyînan tê kirin. Li gorî ayeta 72an ji sûreyê Ehzab, ji bo berpirsyariyê hebûna hiş û vînê lazim e. Ma mebesta we ji gotina zimanê heyînan heye, ev e? Heke ne ev be, ayetên têkildar kîjan in? Ez wekî fizîkzanekî fenê dixwazim li ser vê mijarê bixebitim. Fizîkzanên fenê yên rojhilatî li ser mijarên mîna vê dişixulin. Lê belê zanîneke berbiçav li ser mijara ku zimanekî heyînan heye, ne ewqas hêsan e. Ji ber vê yekê, heke em bikaribin vê zanînê derxin holê, dê ev bibe xizmeteke gelekî mezin.

Bersiv: Qur’an qala ziman, hest, perestin û erka temamê heyînan yên bican û yên bêcan dike. Me nivîseke bi sernavê “Kur’an’da Eşyanın Dili” li ser vê meseleyê nivîsandiye. Hûn dikarin ji navnîşana jêr wê bixwînin:

www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/kuranda-esyanin-dili.html