Fetwayen Kurdi
Mebest ji gotina “dostik”an ya ku di Qur’anê de dibore çi ye?

Mebest ji gotina “dostik”an ya ku di Qur’anê de dibore çi ye?

Pirs: Ma mebest ji gotina “dostik”an ya ku di Qur’anê de dibore çi ye? Ma pîrek an jî zilamê ku mirov pê re dikeve têkiliya cinsî? An jî ji bilî hevsera/ê, ya/yê ku hezkirina wê/wî dikeve dilê mirov re jî “dostik” tê gotin?

Bersiv: (اخدان) a ku di ayetan de derbas dibe û bi şeklê “dostik”an tê wergerandin, pirjimara bêjeya (خدن) a ku di wateya “dost, heval” de ye. Bi piranî di wateya “ya/yê ku bi hestê şehwetê dostaniyê dike” tê bikaranîn. (Raxib el-Isfehanî, el-Mufredat, maddeya x-d-n, rp: 277)

Li gorî daxuyaniyên ku li jor borîn, da ku mirov bibe “dostik” ne ku têkeve têkiliya cinsî, belbî hevaltiya mirov bi vî hestî kafî ye.