Fetwayen Kurdi
Hûn dikarin têgeha “roj”ê ya di ayeta 29an ji sûreyê Nazîat rave bikin?

Hûn dikarin têgeha “roj”ê ya di ayeta 29an ji sûreyê Nazîat rave bikin?

Pirs: Mamoste Abdulazîz ayeta 29an ji sûreyê Beqere xweş wergerandiye. Min 6-7 caran lê guh dêraye. Lê belê min di sûreyê Nazîat de -ji wergera cuza 30 ya ku hatiye weşandin- nakokiyek dît. Di fetwaya xwe ya berê de gotiye ku têgeha “roj”ê veşarî ye, Lewra hîn nehatiye afirandin.  Ayeta 29an ji sûreyê Nazîat bi awayê “şeva asîmanan tarî kir, roniya rojê jî derxist” hatiye wergerandin. Ji ber vê yekê ma em nikarin bibêjin gerdûna ku em dikarin bibînin wekî roja me ya îroyîn “di 6 rojan de” çêbûye? Lê di ayeta 30an jixwe hatiye diyarkirin ku erd piştî vê hatiye raxistin.

Bersiv: “Şeş rojên” ku di hin ayetan de dibore, şeş rojên ku beriya afirandina erd û asîmanan dest pê kirine û bi çêbûna wan xelas bûne ne.  Ji ber vê yekê ew, ji roja ku ji gera carekê li dora xwe pêk tê cuda ye.

Ayetên “Şeva asîmanan tarî kir û roniya rojê jî derxisti. Piştî vê jî erd raxist” (Nazîat, 79/29-30), roja ku piştî temambûna afirandina asîmanan û dunyayê nîşan dide. Roja di ayetên dawî de, roja ku em îro fêhm dikin e. Di sohbetan de li ser vê cudahiyê hatiye rawestin.