Fetwayen Kurdi
Ji bo têgehên Qur’anê hûn tewsiyeya kîjan berheman dikin?

Ji bo têgehên Qur’anê hûn tewsiyeya kîjan berheman dikin?

Pirs: We di sohbeteke xwe de got ku cennet di wateya bexçe de ye. Ma wateya bêjeyên din jî ez ê çawa bikaribim bibînim? Li ser meseleyê min di ferhengan de bêjeyên wekî cehennem, cin û hwd. nedîtin. Ji bo bêjeyên wiha berhemeke ku hûn tewsiye bikin heye?

Bersiv: Mumkin e ku hûn wateya/muqabilî her bêjeyê ji ferhengan nebînin. Lewra ferhengên sereke yên ku ji ‘Erebî bi bal Turkî ve hatine wergerandin, gelekî hindik in. Ji bo lêkolînên bi vî rengî hûn ji tefsîra Elmalılı bêjeya ku hûn lê digerin di ayeta ku cara yekem tê de dibore binêrin. Lewra Elmalılı bi gelemperî di der barê koka bêjeyan de agahiyê dide. Wekî din em berhema Raxib el-Isfehanî “Mufredat” a ku bi bal Turkî ve hatiye wergerandin jî tewsiye dikin. Her wiha divê hûn îhmal nekin ku ji Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Diyanetê li bêjeya hûn lêkolînê li ser dikin binêrin.