Fetwayen Kurdi
Ji bo serjêkirina qurbanê ma mirov dikare ji bankê krediyê bikişîne?

Ji bo serjêkirina qurbanê ma mirov dikare ji bankê krediyê bikişîne?

Pirs: Ji bo serjêkirina qurbanê ma mirov dikare ji bankê krediyê bikişîne?

Bersiv: Kredî tê maneya deynê bi faîz. Faîz jî yek ji mezintirîn qedexeyên di dînê me de ye. Bi niyeta îbadetê be jî bu tu awayî ne caiz ku ji bo serjêkirina qurbanê mirov ji bankê krediyê bikişîne. Lê bi karta krediyê serjêkirina qurbanê tiştekî din e. Mirov dikare bi karta krediyê qurbana xwe bikire û di vê yekê de tu mehzûr nîne. Lê bes divê deyn di wextê xwe de bê razandin û faîz tevlî wê nebe. Divê mirov bi tu awayî faîzê tevlî îbadeteke wek qurbanê neke.