Fetwayen Kurdi
Ma caiz e ku mirov qurbanê bi kîloyan bikire?

Ma caiz e ku mirov qurbanê bi kîloyan bikire?

Pirs: Ma caiz e ku mirov qurbanê bi kîloyan bikire. Min îro li piyaseya heywanan dît ku di navbera heywanfiroş û muşteriyekî de, bazariyeke wiha derbas dibe: Heywanfiroş ji muşterî/bikir e digot, “Heywanê li gorî kîloyên wê bikire. Piştî serjêkirinê çend kîlo bike pereyê wê li gorî fiyetê goşt bide.” Ma kirîn û firotineke wiha caiz e? Ma çi ferqa kirîn û firotineke wiha ji wê yekê heye ku mirov ji qesab goşt bikire?

Bersiv: Heke ev danûstandin li gorî dilê heywanfiroş û muşterî be, li gorî ayeta li xwarê caiz e. Xwedê Teala wiha ferman dike:

“Gelî bawermendan mal û milkên xwe di navbera  xwe de ne bi rêyên batil, bi bazirganiya ku  bi dilê her du aliyan e, bixwin… (Nîsa, 4/29)

Bi kîloyan kirîna qurbanê û kirîna goşt ji qesab, ne heman tişt e. Di vî kar û barî de, ji bo ku wek qurban karibe bê serjêkirin li ser heywanekê her du alî li hev dikin. Di qurbanê de ya muhîm ew e ku “bi niyeta îbadetê xwîn bê rijandin” ku di kirîn û firotineke wiha de ev şert bi cih tê.

Bersiva me ya bi dîmen a li ser vê mijarê hûn dikarin ji vê lînkê temaşe bikin.

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kurbanlik-hayvanlarin-kilo-ile-satin-alinmasinda-bir-sakinca-var-midir.html