Fetwayen Kurdi
Ji bo xizmetên dînî meriv dikare ji xeyrimusliman alîkariyan kom bike?

Ji bo xizmetên dînî meriv dikare ji xeyrimusliman alîkariyan kom bike?

Pirs: Da ku di xizmetên Îslamî de werin bikaranîn, ma meriv dikare ji xeyrimislimekî pere yan jî malekî bigire? Ji bo îmar û avakirina cihên ku tê de ilim-‘irfan û Îslam tê hînkirin, cihên ku tê de perwerdehiya zanyariyên Îslamê tê kirin, meriv ji ehlikitêban alîkariyan bigire gelo caiz e?

Bersiv: Ji bo avakrina mizgeft an jî bo xizmetên Îslamî yên din meriv li nav welatiyên xeyrimislim bigere û ji wan alîkariyan bixwaze, ne tiştekî rast e. Ev, dibe ku wan mecbûrî alîkariyê bidin dînekî ku baweriya wan pê tune ye bike û xwe di bin zor û zextê de his bikin. Lê belê, eger ne ji ber tu zor û zextê, belbî bi riza dilê xwe bidin, wê demê di qebûlkirina alîkariyên wan de çi ‘eynî çi jî neqdî, tu mehzûrek tune ye.