Fetwayen Kurdi
Ma rûxandina malperên ku heqaretê li dînê me dikin, durist e?

Ma rûxandina malperên ku heqaretê li dînê me dikin, durist e?

Pirs: Gelo durist e meriv malperê dewletên ku neyarê dîn û welatê meriv in, hack bike? Bi tu awayî em dizî û mafê însanan naxwin. Mebesta me, heta ji dest me bê em dînê xwe û welatê xwe biparêzin.

Bersiv: Divê em li hember kesên bi rêya malperan li dîn û welatê me heqaretan dikin, têbikoşin. Lê belê rêya vê ne ku em malperan hack bikin, lewra fikra me, karekî wiha mîna meriv kulman li bayê de. Mîna ku hûn jî dizanin eger ew malper bên hack kirin dîsa jî dê wekî kuvarkê zêde bibin. Ji vê bonê ji dêla ku em demên xwe bi van tiştan re derbas bikin, divê em malperên xwe hem ji aliyê naverok û hem jî ji aliyê teknîkî ve bi hêz bikin, hewl bidin ku têkoşîn û mucadeleya xwe bi şeklê fikr û ramanî bidin.

Ji kerema xwe re serî li lînkên jêr jî bidin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/islama-ve-muslumanlara-hakaret-edenlere-tepkimiz-nasil-olmalidir.html

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/dusmanin-silahi-ile-silahlanmak-gunumuzde-nasil-mumkun-olur.html