Fetwayen Kurdi
Kesê di axirzeman de îbadetên hindik bike, ma dê xelas bibe?

Kesê di axirzeman de îbadetên hindik bike, ma dê xelas bibe?

Pirs: Ma hûn dikarin di derbarê vê hedîsê de agahiyan bidin? “Wê demek bê; muslumanên wê gavê, eger îbadetên hûn dikin, dehyeka wê bikin dê ji ezabê roja axretê rizgar bibin.” Hedîsek wiha heye? Ma ev yek, dê mirovan kasûl û zexel neke?

Bersiv: Riwayeta ku behsa wê tê kirin wiha ye:

Li gorî ku Ebû Hureyre (x.j.q) radigihîne, Qasidê Xwedê (s.a.w) wiha kerem kiriye:

Hûn di demeke wisa de ne ku kesê ji we dev ji dehyeka tiştê pê hatiye fermankirin berde, dê helak bibe. Piştre dê zemanekî wiha were ku kesê di wê gavê de dehyeka tiştê pê hatiye fermankirin bike, dê rizgar bibe.”[1]

Tirmizî di heqê vê hedîsê de wiha gotiye:

“Ev hedîs, xerîb e. Em dizanin ku ev riwayet, Nu‘eym kurê Hemmad bi tenê ji Sufyan kurê ‘Uyeyne ragihandiye.”

Hedîsa xerîb, ya ku rawiyê wê, di cihekî yan jî di çend cihan de ji seneda wê, bûbe yek.

Nu‘eym kurê Hemmad ê ku di zincîra riwayeta vê hedîsê de cih digire, ji aliyê gelek rexnegirên hedîsê ve, wekî kesekî zeîf û hedîsên munker radigihîne tê zanîn û di riwayetên xwe de gelek caran şaş dibe û ji ber vê yekê wan tevlihev dike, tê danasandin. Riwayetên vî kesî nabin ku meriv bike delîl û hin kesan gotine ku wî bi armanca parastina sunetê hedîs jî lêanîne.[2]

Mîna ku tê dîtin, hedîs ji aliyê senedê ve zeîf e. Wekî din jî nabe ku meriv bi angaşta zeman xerab e, şaşîtî yan jî zexelî û tiraliya xwe bin palas bike. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ez qesem dikim bi dema ku tê û diherike.

Mirov her di ziyanê de ne.

Lê yên ku bawerî anîn, karên qenc kirin û li ser heqî û sebrê şîret li hev kirin, ew ne tê de ne.”[3]



[1] Tirmizî, Fîten, 79.

[2] Bnh. Ali Çelik, “Nuaym b. Hammâd”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), XXXIII, 219. Ji bo zanyariyên berfirehtir di derheqê Nu‘eym kurê. Hemmad de bnh. ez-Zehebî, Siyeru E‘lami’n-Nubela, çapa 4’mîn, X, 595-612, jimara rêzê: 209.

[3] ‘Esr, 103/1-3.