Fetwayen Kurdi
Ma di Qur’anê de di derbarê zewaca pîrik û nevî de, tu hukim tune ye?

Ma di Qur’anê de di derbarê zewaca pîrik û nevî de, tu hukim tune ye?

Pirs: Seydayek dibêje ku “Qur’ana Pîroz bê hebûna hedîsan nayê fêhmê” vê mînakê tîne: “Xwedê di Qur’anê de kesên zewaca bi wan re qedexe ye yek bi yek jimartiye û diyar kiriye ku zewaca bi yên ji bilî wan helal e. Lê di vî halî de ma zewaca bi diya bav (pîrik) re gelo helal e? Nexwe bê hebûna hedîsan, Qur’an bi rêk û pêk nayê fêhmê?” Hûn jî beşdarî vê nerînê dibin an jî rastiya vê bûreyê gelo çi ye?

Bersiv: Bêguman di fêhmkirina Qur’anê de hedîs cihekî girîng digirin. Lê belê angaşta ku li jor tê kirin, ji serî heta binî berevajîkirina meseleyê ye. Lewra yên vê yekê diavêjin holê ew bi xwe jî baş dizanin ku ji bêjeya “aba=آباء” ango “bavan” ya di Qur’anê de dibuhure hem bavê meriv, hem bavê bavê meriv (bapîr/kalik), bavê wî (bavê kalikê meriv) ango hemî bavanê meriv bi jor ve (di zimanê fiqhê de usûl) tên qesdkirin. Di ayeta 22’yem ji sûreyê Nîsa jî hatiye fermankirin “Bi jinên ku bavê we, ew mahr kirine re nezewicin.” Ev, çawa ku zewaca bi jinbavê re qedexe dike, her wiha zewaca bi jina kalikê meriv re jî heram dike. Li gorî vê, pîrika wî ya ku bapîrê wî ew mahr kiriye jî dikeve beşa jinên ku zewaca bi wan re qedexe ye. Jixwe ev babet di pirtûkên fiqhê de jî wiha tê ravekirin. wekî mînak di derbarê vê mijarê de di pirtûka sereke ji mezhebê Henefî el-Îxtiyar de ev zanyariyên han hene:

“Jinên ku ji teref bav û bapîr ve hatine berdan, çiqas bi jor ve here jî (ji aliyê dê û bav), li ser kur û neviyan heram in. Lewra Xwedê Teala wiha ferman dike: “Bi jinên ku bavê we, ew mahr kirine re nezewicin.[1]

Nedîtina yekîtî û hevgirtina ku di navbera Qur’an û Sunetê de heye, di fêhmkirin û tetbîqkirina dîn de bûye sedemê şaşîtî û zehmetiyên ku dawî li wan nayên. Ji van şaşîtiyan ên herî mezin jî qebûla ku Sunet, wehya xeyrî metlû ye (ango sunet jî mîna Qur’anê ye, lê ev heye ku nayê xwendin), pejirandina ku Qur’an û Sunet du çavkaniyên jihev cuda ne û nerîna ku Sunet hakim e li ser Qur’anê.

Em tewsiye dikin ku hûn nivîsa me ya di derbarê têkilatiya Qur’an û Sunetê de ya bi sernavê Kur’an’a ve Geleneğe Göre Kitap ve Hikmet ya di malpera me de hatiye weşandin ji lînka jêr bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/kutsanan-gelenek-ve-kuran/kitap-ve-hikmet.html



[1] Mewsilî, el-Îxtiyar li Te‘lîli’l-Muxtar, III, 85.