Fetwayen Kurdi
Ma nusxeya destnivîsa Buxarî bi xwe heye, wenda ye, an nayê zanîn?

Ma nusxeya destnivîsa Buxarî bi xwe heye, wenda ye, an nayê zanîn?

Pirs: Gelo nusxeya destnivîsa Buxarî (nivîskar bi xwe) heye, wenda bûye yan heye lê nayê zanîn? Biqasî ku me bihîstiye destnivîsa nivîskar bi xwe tune ye û nusxeyên heyî jî xwendekarên wî jê girtine û nivîsîne. Ma em şaş dizanin? Eger hûn vê yekê ji me re rave bikin em ê dilşad bibin. Her wiha di derbarê jiyana wî ya malbatî de jî tu zanyarî tune ne. Gelo zewiciye, zarokên wî hene? Herçiqas mesela zewaca wî, -çi di leh çi jî di eleyhê wî de- ji bo gihiştina biryarekê di derbarê wî de nabe piştek jî bi tenê em dixwazin nas bikin?

Bersiv: Berhemên ku kurtejiyana rawiyên hedîsê dikin mijar ji bo xwe, bi gelemperî cih didin aliyên wan ên ku rasterast bandorê li riwayetê dikin, mîna fêrbûna wan a hedîsê, seydayên wan, xwendekarên wan, berhemên wan û ehliyeta wan a ragihandinê (rewşa wan a cerh û te’dîlê). Zanyariyên di derbarê malbatê de mîna zewaca wan û jimara zarokên wan, ji ber ku rasterast bi mijara riwayetkirina hedîsê re ne têkildar e, li serê nayê rawestin. Ne bi tenê ji alimên hedîsê yên mîna Buxarî û Muslim, her wiha Îmamên mezheban ên ku pir navdar in jî vî aliyê jiyana wan nayê zanîn. Ji ber vê sedemê agahiyên me yên di derbarê malbata Buxarî de ne zêde ne. Lê di derheqê seydayên wî (mîna Îbn Mende (w. 395/1005) di Tesmiyetu Şuyuxi’l-Buxarî de 309 seydayên wî daye danasandin), rêwîtiyên wî yên di rêya hedîsê de, xwendekarên wî, berhemên wî, eslê wî, mêjûya jidayikbûn û wefata wî û hwd. ji zanyariyên ku eleqa wan bi riwayetkirina hedîsê ve heye, bi awayekî berfireh tê zanîn.

Destnivîsa nivîskar ya el-Cami‘u’s-Sehîh negihiştiye roja me. Destnivîsên Sehîha Buxarî yên di roja me de hene, xwe dispêrên destnivîsa ku ji aliyê ‘Elî kurê Muhemmed el-Yunînî (w. 701/1301) ve ji ber destnivîsa Firebrî yê ku ji xwendekarên Buxarî yên navdar e, hatiye amadakirin. Tê ragihandin ku Fîrebrî nusxeya xwe du caran ji seydayê xwe Buxarî bihîstiye.

Prof. Dr. Hüseyin Hansu İstanbul Üniversitesi İlahiyat Fakültesi Hadis Anabilim Dalı Öğretim Üyesi

Nîşe: Ev nota li jêr ji Elmanyayê ji aliyê xwendevanekî ku me dişopîne hatiye hinartin:

Fîrebrî (w. 320/932)) ji pênc xwendekarên navdar ên Îmam Buxarî ye. Wî, ji Buxarî ev berhmen girtiye, ji wî Hemewî (w. 381/991), ji wî Dawûdî (w. 467/1074), ji wî Ebu’l-Waqt (w. 553/1158), ji wî Îbnu’l-Letî (w. 635/1237), wî jî ragihandiye Yunînî.