Fetwayen Kurdi
Kesê heca îfradê bike, ma herî zû kengî dikare ‘umreyê bike?

Kesê heca îfradê bike, ma herî zû kengî dikare ‘umreyê bike?

Pirs: Di heca îfradê de kesê recma şeytên bike û porê xwe kur bike, piştre jî tewaf û se‘yê bike, gelo dikare di heman rojê de biçe mîqatê ango cihê girêdana îhramê û ji bo ‘umreyê îhrama xwe girê bide?

Bersiv: Kesê hecê dike, di roja cejnê ya yekem de piştî ku şeytanê mezin recim kir, porê xwe kur dike û ji îhrama derdikeve. Bi derketina ji îhraman ji bilî têkilatiya di navbera mêr û jinê de qedexeyên îhramê yên din ji ser radibin. Piştre dê biçe Ke’be’yê tewaf bike û se‘yê bike. Di heman rojê de dîsa dê vegere Mînayê. 11 û 12’ê meha Zilhiccê dê li wê derê derbas bike û her roj recma her sê şeytanan jî bike. Eger bixwaze, dikare 13’ê wê jî li wir bimîne. Piştî nîvro her sê şeytanan jî recim bike û vegere Mekkeyê.

Hec; çi îfrad, çi qîran, çi jî temettu‘ be, wiha tê kirin. Heta ku meriv di rojên teşrîqê de herî kêm du rojan şeytanan recim neke, îbadeta hecê naqede. Ji ber vê yekê, meriv nikare di vê navberê de îbadeta xwe ya ‘umreyê bike.