Fetwayen Kurdi
Kesê ku di nav limêja înê de desmêja wî bişikê divê çi bike?

Kesê ku di nav limêja înê de desmêja wî bişikê divê çi bike?

Pirs: Wexta ku xutbe tê xwendin eger desmêja meriv bişikê divê meriv çi bike?

Bersiv: Di wexta limêja înê de eger desmêja mirov bişikê divê ji nû ve desmêja xwe bigire. Bi tirsa ku wê limêj li min derbas bibe nikare teyemumê bigire. Eger ji limêjê bimîne yanî lê derbas bibe bila limêja xwe ya nîvro bike. Bi kirina limêja nîvro, êdî tu tişt li ser meriv namîne û ji bin mesuliyetê derdikeve.