Fetwayen Kurdi
Kesê xutba înê dixwîne, ma ne pêwîst e ku li pêşiyê limêj jî bike?

Kesê xutba înê dixwîne, ma ne pêwîst e ku li pêşiyê limêj jî bike?

Pirs: Di limêja înê de Îmamek xutbeyê dixwîne û yekî din jî meletiya wan a limêjê dike. Di rewşên normal de gelo ne pêwîst e ku kesê xutbeyê dixwîne di heman demê de meletiya cem‘etê jî bike?

Bersiv: Di pratîka Pêxember (s.a.w) û hevalên wî de xwendina xutbeyê û kirina limêjê ji aliyê heman kesî ve dihate kirin. Lê belê ji ber ku tu hukmekî vê qedexe bike tune ye, meriv nikare bibêje ku pratîka ku îro ‘emel pê tê kirin, ne caiz e.