Fetwayen Kurdi
Kesê nîkaha dînî dibire ma şert e ku seyda be?

Kesê nîkaha dînî dibire ma şert e ku seyda be?

Pirs: Ma bav dikare mara kurê xwe bibire? Kesê nîkaha dînî dibire ma şert e ku seyda be, eger eqbera be ma dibe pirsgirêk?

Bersiv: Kesê mara dînî dibire ne şert e ku seyda be. Ya muhim, ka di vê nîkahê de şertên pêwîst ji bo nîkahê hatine cî yan na.

Eger bavê law zanebûna wî ya di derbarê birîna marê hebe, dikare nîkahê bibire. Ango ne pirsgirêk e ku erqebayê zava be.