Fetwayen Kurdi
Piştî salekê em ê bizewicin. Ma em dikarin nîkaha xwe bi dizî bibirin?

Piştî salekê em ê bizewicin. Ma em dikarin nîkaha xwe bi dizî bibirin?

Pirs: Ez dihizirim ku bê xebera malbata xwe bi yekî re nîkaha xwe ya dînî bibirim. Riza hevalê min ê ku difikirim pê re bizewcim jî heye. Herwiha haya malbatên me jî ji niyeta me û zewacê heye. Lê belê nîkaha fermî, dê di hundirê salekê de pêk were. Encax ji ber evîn û hezkirina me ya ji hev divê em hev bibînin û ew jî berê me dide heramiyê. Niha bi sedem ku derfet tune ye em bi r;êya resmî bizewicin me serî li rêya nîkaha dînî da. Min ji malperê şîvoveyên di derbarê vê mijarê de xwendin, lê ez dihizirim ku rewşa min hinekî cuda ye. Eger hûn bibersivînin ez ê duaker bim.

Bersiv: Çi dibe bila bibe, bê xebera malbatê û meqamên fermî nîkah bi dizî nayê birîn. Tiştê hûn ê bikin, ne ewqas zor û zehmet e. Madem hûn ji hev hez dikin, divê hûn malbatên xwe ji vê yekê haydar bikin. Piştî ku we riza wan jî bi dest xist zeman derbas nekin û dest bi amadekariyên dawetê bikin.

Biderengxistina dawetê qet ne baş e. Bê ku hûn xwe bixin zor û zehmetiyên aborî, amadekariya daweta xwe bikin. Di dînê me de, nîkah nayê birîn da ku mirov bi hêsanî bi hev re bigere. Kirina hin karguzaran tu carî rastiya vê yekê nîşan nade. Gava hûn dest bi karekî bi xêr bikin, Xwedê Teala dê bibe alîkarê we.