Fetwayen Kurdi
Kesekî ku bixwaze ji pereyê xwe qezencekê bike divê şirîkatiyeke çawa bike?

Kesekî ku bixwaze ji pereyê xwe qezencekê bike divê şirîkatiyeke çawa bike?

Pirs: Em haziriya karekî dikin. Ji bo karê ku em ê bikin dê kesek wek sermaye pereyan bide, em ê jî bi keda xwe di wî karî de bixebitin. Em dixwazin peymaneke wiha bikin; Fînansor, wê 20 hezar lîreyî bide û di dawiya sala ewil de, pereyê xwe yê sereke û ji çar behrên karê dê behrekê bigire. Di sala duduyan de jî wê ji heşt behrên karê behrekê bigire. Gelo şirîkatiyeke wiha li gorî dîn caiz e? Heke ev şirîkatî ne caiz e be, tiştekî wek caiz pêşniyaza cenabê te çi ye?

Bersiv: Şirîkatî û peymaneke wiha ne caiz e. Her peymaneke ku garantiya pereyê sereke û karê dide, ne li gorî fiqhê ye.

Li gorî ku hûn dibêjin; fînansor sermayeyê dide û di serî de tê diyarkirin ku her kes wê ji karê ji sedî çend bigire. Heke projeya we bi ser bikeve û karê bike, dê her kes li gorî peymana ku çêkiriye, kara xwe bigire.  Lê heke proje bi ser nekeve û hûn têkevin zirarê, zirara muqabilê  sermayayê dê ji kîsî fînansor, zirara muqabilê kedê jî wê ji kîsî we biçe yanê ji kîsî kesên ku dixebitin. Bi gotineke din kesên ku dixebitin dê nikaribin tu pereyî bigirin,  sermayedar jî divê ji bo zirar û ziyana xwe razî be.

Heke proje bi dawî bibe, peyman biqede û her tişt wek pere bê hisabkirin, pêşî (heke mabe) divê mirov pereyê sermayê bide fînansor. Pereyê ku ji berê dimîne jî divê li gorî peymana  ewil bê belavkirin.

Ji bo agahiyên zêdetir ji kerema xwe serî li vê lînkê bidin.

www.fetva.net/yazili-fetvalar/kar-ve-zarara-katlanmadan-sabit-bir-gelir-karsiligi-ortaklik-kurulur-mu.html

Prof. Dr. Servet BAYINDIR