Fetwayen Kurdi
Hukmê kirîn û firotina pereyên sanal ên wek Bitcoinê çi ye?

Hukmê kirîn û firotina pereyên sanal ên wek Bitcoinê çi ye?

Pirs: Ma mirov dikare ji bo qezencê bi pereyên sanal ên wek Bitcoin an jî ethereumê re emel bike, wan bikire û bifiroşe. Hukmê vê çi ye?

Bersiv: Mirov niha tam nizane ku mahiyeta van pereyên sanal çiye û ji bo kîjan hewcedariyên iqtisadî ne, di rewşeke neyênî de mirov nizane muxatabê me tam kî ye, temînat û garantiyên ku îro tên nîşandan, dema sibê du sibe bên îxlalkirin, mirov nizane wê ji bo kê û ji aliyê kê ve mueyîde bên tetbîqkirin û ciza bê birîn. Her wiha heke pere be, mirov tam nizane destûra îxracata wê li gorî kîjan qanûn û heqî û ji aliyê kê ve tê dayîn. Ji ber van hemû sebeban mirov niha, bazîrganî û kirîn û firotina pereyên wiha yên sanal û tiştên wiha yên fînansî bike, ne rast e. Loma heta ku ji bo pirsên wiha bersivên bi mantiq û rast neyên dayîn, ne caiz e ku mirov kirîn û firotina van pereyan bike û bazirganiya wan bike.

Ji bo agahî û îzahên zêdetir ji kerema xwe serî li vê lînkê bidin.

https://www.youtube.com/watch?v=fBX7D-WE0UY&t=127s