Fetwayen Kurdi
Karkerên ku di betlaneyên fermî de dixebitin, ma heqê wan heye ku heqê mesaiyê bigirin?

Karkerên ku di betlaneyên fermî de dixebitin, ma heqê wan heye ku heqê mesaiyê bigirin?

Pirs: Em li cihê karê xwe di betlaneyên fermî de jî dixebitin.  Lê ji bo ku em dişixulin em ekstra pereyekî din nagirin. Ma karsaz mecbûr e ku heqê me bide me? Li gorî dîn hukmê vê yekê çi ye?

Bersiv: Ev girêdayî peymana di navbera karsaz û karkeran de ye. Heke di serî de di peymanê de hatibe gotin, ji bo rojên wiha yên betlaneyê dê ucreteke îlawe bê dayîn yan na, divê li gorî wê bê hereketkirin. Lê heke di serî de peymaneke wiha nehatibe kirin, divê mirov li orf û adetê wî pîşeyî binêre. Heke pisporên wî karî ji bo rojên ku  di betlaneyê de dexebitin, ucreteke îlawe bigirin divê muamele li gorî wê bê  kirin.

Prof. Dr. Servet BAYINDIR