Fetwayen Kurdi
Ma divê mîqdara berhemên ku di nav qutî û qaban de tên firotin, wek net be yan brût be?

Ma divê mîqdara berhemên ku di nav qutî û qaban de tên firotin, wek net be yan brût be?

Pirs: Em hingiv dikirin û difiroşin. Qaba ku em kîloyek hingiv dixinê, wek vala giraniya wê 80 gram e. Dema em hingiv dixine navê, 920 gramî dixinê.  Ma ev tiştê ku em dikin, rast e? Ma divê em giraniya qaba vala jî li ser hingiv bihesibînin? Çimkî em jî qaban bi pereyekî dikirin. Ma caiz e ku mirov pereyê qaban li ser hingiv bihesibîne?

Bersiv: Bi vî awayê ku hûn behsa wê dikin, muşterî tê xapandin û ev yek ne caiz e.

Beriya her tiştî mîqdara ku hûn ji muşteriyên xwe re dibêjin, divê hûn wê mîqdarê bê kêmasî têxin qaban.

Ji bo maliyeta qabê jî hûn dikarin fiyeta xwe hinekî zêde bikin yan jî wek cuda heqê qabê ji muşteriyên xwe bistînin. Hekena qezenceke bereksê vê dê heram be.